Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînên PDKÎ tevî hevalên pêşîn berdewam e

14:12 - 19 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Heyeteke hevalên pêşîn bi serperestiya rêzdar xalid Ezîzî serdana Deftera Siyasiya PDK Îranê kir.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja pêncşemiyê 17’ê Çileya Paşîn a 2013’an heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperstiya Rêzdar Mistefa Hicrî pêşwazî ji heyeta hevalên pêşîn kirin.
Di dirêjahiya dîtin û çavpêkavtina pêştir de baseka siyasî li ser rewşa Rojhelata Navîn, pirsên pêywenîdarên bi tevgera mafxwziya gelê Kurd bi giştî, xebat û tekoşîna gelê Kurd li pêxema bidestveanîna mafên siyasî û netewî kirin.

Di vê civînê de li ser berdevambûna xebata azadîxwaziya Civaka xelkê Sûriyê û gelê Kurd di vî welatî de bi mebesta rûxana rejîma Dîktator a Beşar Esed û partiya Be’s a Sûriyê, baseke siyasî hat kirin û bi vê encamê gehîştin ku piştî rûxana vê rejîmê rewşa siyasî ya Kurd, dê baştir be, û gelê Kurd bi nehêlana astengiyên li ser rêya xebata xwe, wê bigîjin mafên siyasî û netewî di çarçîva sîstimeke nû a welatê Sûriyê de.

Her di vê pêywendiyê de bas ji bi pirsa Kurd û gotûbêjên serkidayetiya tevgera gelê Kurd li Kurdistana Turkiyê de li gel weletê Turkiyê hat kirin û ev piroseye, bi rêya çareseriya erênî ya pirsa Kurd di vîwelatî de hat zanîn, û her du alî li ser vê baweriyê bûn ku mifahwergirtin ji rewşa siyasî ya li Turkiyê de dikare çareseriya vê meselê zûtir bike, û pîlana neyarên aşitiyê lawaz bike.
Di dirêjahiya vê bas û gotûbêjê de, rewşa aloziya Îraq, rikeberiyên siyasî û olî yên Ereban di vî welatî de, çareser nekirina pirsa Kurd, weke mada 140’a destûra Îraqê û mesela deverên Kurdistanî yên Herêmê li gel Dewleta Nawendî hat bas kirin û di vê pêywendiyê de siyaset û helwêsta serokayetiya Herêma Kurdistanê û dirêjîdana bi diyalogê li gel dewleta Îraqê wek siyastek waqiebînane hat nirxandin, û li ser vê baweriyê bûn ku encama vê siyasetê cih û bingeha Kurd li Herêma Kurdistanê de berev pêşve dibe.

Xalek din a serekî ya vê rûniştinê bas li ser rewşa siyasî a Îranê û Kurdistana Îranê û wan kirîzan bû ku rejîma Îslamî a Îranê li encama siyaseta serkût, zext û givaşa li ser belengazên Îranê, û berdewambûna mehandina Oraniyûmê û siyaseta alîkarî kirin bi Terorîzmê û rejîmên Dîkdator weke rejîma Be’s a Sûriyê bû, ku ev rejîme pitir li asta navxweyî û navneteweyî, îzole kiriye, û herweha zexta abûrî a ser rejîmê ji aliyê Civaka Navneteweyî ve, rejîm bê care û rewşa wê di ware aborî de aloz kiriye.

Her weha di vê civînê de bas ji vê hat kirin ku rewşa bûyerên siyasî û serhildanên cemawerî li hember rejîmên dîktator li halê geşekirinê de ye, û erkê hizb û aliyên siyasî yên Îranê û Kurdistanê ew e ku pitir girîngî bi diyalogê bi armanca hevkarî li ser xalên hevbeş li hemberî rejîmê de bidin, û bi gotarekî hevbeş li mediyayan de siyaseta rejîmê pûç û bê bandor bikin, û li kor û kombûnan de beşdariyê bikin , û bi taybet ev çavnihêriya civaka xelkê Kuristanê û gelên azadîxwaz ê Îranê li tekoşîna me hene, em bi cî bînin, û peyrewiyê ji siyasetekê bikin ku pitir derfetê bo hevkarî û hemahengiya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê pêk bîne.

Ew civîn li rewş û hewayeke dostane de bidawî hat û li ser dirêjedana bi kombûnan û gengeşekirina li ser pirsên girîng pêdagirî hate kirin.