Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên Urmiyê bi hinceta axavtinên şarewaniyê wî bajarî narizayetiya xwe anîne gorê

20:04 - 2 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Endamên PDKÎ û ciwanên Kurd ên bajarê Urmiyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji hemwelatiyan kirin ku narizayetiya xwe derheq bi biryarnameya şaredarê Urmiyê anîne ziman.
Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja çarşemî bervara 30’ê Tîrmeha 2014’an de, ciwanên Kurd ên bajarê Urmiyê û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di kolan û taxên bajarê Urmiyê de bi hinceta biryarnameya şaredarê bajarê Urmiyê ku gef ji Kurdên vî bajarî xwariye û bi wan ragehandiye ku bi tu awayekê nabe peyv û hevokên Kurdî li ser tabloyan bikar bînin û dibe zimanê Azerî bikar bînin.

Ciwanên Kurd ên bajarê Urmiyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji hemwelatiyên Kurd kirin ku bêdengiya xwe bişkînin û narizayetiya xwe hemberî gotinên şaredarê Urmiyê bînine ziman û nehêlin navên Kurdî di vî bajarî de bên guhertin û qedexe kirin.

Cihên ku di bajarê Urmiyê de çalakî hatibûn kirin bi wî awayê ye: Şeqamên Şumalî, Cûnûbî, Terzilû, Îslamabad, Kuştargah, zanîngeha Peyamnûr, Hekîm Nizamî, şeqama Muderis, şehreka Danişgah, ji aliyê ciwanên Kurd ve daxwaz ji hemwelatiyên Kurd hat kirin ku bêdeng nemînin.

Di çend rojên derbasbûyî de şaredarê Urmiyê di biryarnameyekê de ragehandibû ku di pêşerojê de hemû tabloyên tax û kolanên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, wergêran bikine ser zimanê Azerî.

Di çend salên derbasbûyî de guherîna navên Kurdî û bo ser zimanên din ên weke Azerî û Farsî di bajarê Urmiyê de kar bo hatiye kirin û di wan daviyane de piştî hatina serkarê Rûhanî bi awayeke qahîm û di çarçoweya biryara bexşnamê de ji aliyê rejîm ve hewl bo hatiye dan.

Bajarê Urmiyê yek ji kevntirîn bajarê Kurdistanê ye ku piraniya akinciyên vî bajarî Kurd in.

8975.jpg
daxuyanî