Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha bajarê Sine cezayê hepsê bi ser ciwanekî Kurd de sepand

17:04 - 12 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Ji ber beşdarîkirina di meşa nerazîbûna li dijî DAÎŞ’ê de, xortekî kurd Li bajarê Sine hate binçavkirin.

Li gorî rapora gihîştî bi malpera ‘’Kurdistn media’’ê, dadgeha pêdeçûnê ya bajarê Sine, hukmê 6 meh girtina ji bo ew xortê kurd erê kiriye.

Herwiha çiqa 4’ê ya wê dozgeriyê, hukmê 50 qamçiyan ji bo wî ciwanê kurd piştrast kir.

Herwiha Nûçegîhanê Kurdistanmedia’yê ragehand ku: Ew hevwelatiyê Kurd li meha Xezelwera 1393’î de, tevî çend kesên din, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve, bi hêceta beşdarî kirin di meşa dijî êrîşên girûpa terorîstî a DAÎŞê li ser bajarê Kobanê de hatiye binçavkirin.

Ferîd Letîfî piştî heyamekê, bi danana barimteyê bi awayekî demkî li girtîgehê serbest hate berdan.

Ji çarenivîsa dosyeya dadgehîkirina destbiserê din ên pêwendîdar bi vê mijarê ve, care tu zaniyariyek li ber dest de nine.