Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgehîkirina dubare a Ceifer Gûşware, girtiyê siyasî

22:34 - 2 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Girtiyê siyasî yê bi sêdarê mehkûmkirî li girtîgeha Urmiyê ve bo girtîgeha Mehabadê hat veguheztin.


Li gor rapora ajansa nûçegihaniya “Hirana, Ceifer Gûşware girtiyê siyasî yê Kurd, bi tometa endametî di PDK Îranê de hukmê sêdarê bi ser de hatiye sepandin û çar mehan berî niha di pêwendî li gel dadgehîkirinê ji girtîgeha Urmiyê ve bo girtîgeha Mehabadê hatiye veguheztin.
Ceifer Gûşware bi tometa alîkarî li gel PDK Îranê di meha Çileya Pêşîn a 2008’an de li Mehabdê hat destbiserkirina û piştî dadgeha bibê parêzer, hukmê sêdarê bi ser de hat sepandin.
Çavkaniyekê bi nûçegihaniya Hirana ragihandiye ku Ceifer Gûşware di demekê de bi tawana kuştina yek ji hêzên Întizamî dihê dadgeh kirin, ku di dema destbiserkirina wî de heya niha 7 kesên din bi wê tawanê hatine destbiserkirin.
Çavkaniyê herweha amaje kiriye ku bibê amadebûna Ceifer Gûşware di dadgehê de hukmê sêdarê biser de hatiye sepandin û tu dadnameyek radestî navbirî nehatiye kirin.
Navbirî di dema destbiserkirinê de di jorên takekesî de hatiye ragirtin û piştre bo îdareya Îtilaata Urmiyê hatiye veguheztin û li jêr azarên cur bi cur weke şoka elektirîkê, jora takekesî, bêxewî û îşkencetyê de bûye.