Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadwerên dadgeha Mîkonosê, li Amrîkayê hatin xelat kirin

15:21 - 27 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Di rê û resmek taybet de, xelata rêz girtinê ji Encûmena Parêzerên Amrîkayê bi Dadwerên Dadgeha Mîkonosê re hat pêşkeş kirin.

Li gor raporta Kurdistanmedia; Encûmena Parêzerên Amrîkayê, berwara 26,02,2014an, li Dadgeha Fediral a wî welatî li bajarê Nîwyorkê, rêz ji berpirsên sereke yên dîvre çûna perwendeya terora Mîkonosê girt û sipasname pêşkeşî wan parêzerane kirin.

Di vê rê û resmê de, balyozê berê yê Amrîkayê li Alman, Roya Hekakiyan nûserê pirtûka Bikujên Koşa Fîrozê, û komek ji parêzer û qaziyên Amrîkayê axivîn û cehda qaziyên Dadgeha Mîkonosê bo berevanî kirin ji dadperweriyê bilind nirxandin.

Piştre Qaziyên Dadgeha Mîkonosê, di ware astengên hember dadgehê axivîn û keyfxweşiya xwe ji serxistina dadgerî û ragirtina maşîna terora Rejîma Komara Îslamî a Îranê li derweyî wilat dan eyanê. Komîteyên PDKÎ li Amrîka û Kanada di vê rê û resmê de beşdar bûn.

Şerif Bêhroz nûnerê PDKÎ li Amrîka û Kanada, di perawêza rê û resmê de, çavpêkewtin bi rêkxerên rê û resmê û Qaziyên Dadgeha Mîkonosê re pêk anî û sipas û pêzanînên PDKÎ ji wê gava wan kir û herwisan sipasnameya Mistefa Hicrî, Sikreterê Giştî yê PDKÎ pêşkeşî wan parêzeran kir.

Dadgeha Pêragehîştin bi Perwendeya Terora Dr. Sadiq Şerefkendî Sikreterê Giştî yê PDKÎ û hevalên wî, sala 1372an a Rojî birêve çû. Piştî 4 salan, li sala 1376an a Rojî de, hikmê 5 tawanbarên sereke yên wê cenayetê, anku Kazim Darabî yê Îranî û 4 kesên din yên Lobnanî, hat pesend kirin û Xamineyî rêberê Rejîma Îslamî a Îranê, Refsencanî, Elî Ekber Welayetî wezîrl kar û bare wê demê yê rejîmê û tev berpirsên rejîmê bi dest hebûn di terora Mîkonosê de hatin eşkere kirin û ji aliyê wê dadgehê we hat piştrast kirin. Ewa cara yekemîn e ku yeketiya Parêzerên Amrîkayê, xalatek bi wî awayî pêşkeş dike.