Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dagîrkirin

17:00 - 7 Îlon 2020

Kerîm Perwîzî

Di guherinkariyên rewşa hewayê de, hindek cih êdî bo jiyankirinê nabin, yan jiyan di wan cihan de pir dijawar dibe. Bi vî awayî mirov koçber dibin û cihên jiyankirina xwe diguherin. Bi dirêjahiya dîrokê, mirov û civatgeha mirovayetiyê di guherîna cihê mana xwe û koçberiyê de bûne, û gellek caran ev koçberên bikom, şer û kuştin li pey xwe hebûye, wate şer di navbera wan û xelkê xwecihî de, ku xwdiyên rasteqîn ên wan cihan in!.

Koçberî dema ku digel diyardeyekê bi navê Koloniyalîzmê têkel dibe, him xwînrêjî û him hovîtiya zêdetir û him jî tunekirina netewan li ser nîştimana wan, li pey xwe  tîne.

Di wan rojan de berpirsê Dezgeha Daristanên Îranê ragihand ku zêdetir ji 30 milyon hiktarî erdê Îranê dibin deverên çol û hişik. Li cihekî wekî Îranê jî ku deverên “kewîr”î hene, bûna wan bi çolatî, wisa dike ku ti derfetek bo jiyankirinê di wan deveran de nemîne, û di çend salên derbasbûyî de deverên navendî yên Îranê hêdî-hêdî mijûlî bicihhêlana cihên jiyana xwe ne.

Deverên navenda Îranê dema ku rastî hişikbûn û şewitandina deştan hatin, bû sedem ku xelk ber bi deverên çiyayî û hindek deverên hêniktir ve herin, ji aliyekî din ve jî, rejîma Koloniyalîstî a Îranê, deverên wek Kurdistanê di siyaseta stratejîka xwe de bi deverên sor an metirsîdar nîşan kiriye, ku dibe bi guherîna heşîmetê, wê metirsiyê kêmtir bike.

Di wan salên dawiyê de, bi hezaran karmendên îdareyên curbicur yên Spaha Pasdaran û dezgehên ewlehî û …hwd, ji xelkê deverên navendî yên cugrafiyaya Îranê ku bi piranî Fars in, bo Kurdistanê vediguhêzin, û di bajarên Kurdistanê de ku çend sal berî niha tek û tûk kesên netewên din tê de peyda dibûn, niha bi hezaran kesên Fars tê de niştecih kirine. Ew her ew siyaseta serdemê Qacar û piştre siyaseta Rizaxanê Mîrpenc e ku li dijî bajarê Kirmaşan di Kurdistanê de kirine, û xelkekî zaf ji Farsan têde cihgîr kirin.

Kurdistan di wan salên dawiyê û salên bê de, rastî siyaseta dagîrkirineke din bûye, û dixwazin ne tenê cuxrafiyaya mirovî ya Kurdistanê biguherin, belkî dixwazin bi vî awayî, zimanê axivtina xelkê bê guhartin, û êdî axavtin bi Kurdî bibe parek ji dîrokê.