
Pêka gotina “Husên Şehrabî”, berpirsekî şirketa “Omîd Feza” ya pîşeya esmanî ya rêjîma Îranê, mahwareya bi navê “Hoh Hod” 2 heftî berî destpêkirina şerê 12 roje yê Îsraîl digel rêjîmê bernameke nexwestî vergirtiye û ji kar ketiye û pêwendiya vê qut bûye.
Herwisa navbirî ragihand ku mahwareya Koser a Îranê jî tûşî pirsgirêkan bûye û ji kar kevtiye û nikare wêneyan bişîne”.
Rêjîma Îranê bi armancên serbazî û herwisa sîxurîkirinê ev 2 mahware bi alîkariya Rûsiyê bi mûşekên mahwarehilgir ên Rûsiyê avêtibûne valatiya esman ku niha bi sedemek nexuya ji kar kevtine û bi milyonan dolar, dirafê xelkê Îranê hate xisarkirin.