
Pêka rapora “The Wall Street Journal” Çîn bi rêya toreke nihênî û bi rêya şirketeke bîmeya hikûmî û damezraveyeke malî ya Çînê, dirafê kirîna nefta Îranê dide rêjîma Îranê û bi wî awayî, dorpêçên bo ser rêjîma Îranê binpê dike.
Pêka vê raporê, Çîn li hember dirafê nefta Îranê, ticareta tişt anku Kala li hember kala, bi kar tîne û li bernameyên jêrxanên Îranê de beşdariyê dike.
Li vê derheqê de çendîn berpirsên Amerîkayî gotine ku rêjîma Îranê li sala 2024 de bi vê tora veşartî heta 8 milyard û 400 milyon Dolar neft bo çînê hinarde kiriye û Çînê jî li hember vê neftê de li projeyên mezin ên Îranê de beşdarî kiriye.