
Pêka raporên belavbûyî, dadgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanê de bi serokatiya “Fîroz Rewanmêhr û Elî Diyanî” bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê, çalakiyên teblîxî û hînkariyê li dijî rêkarên ola Îslamê, 90 sal girtîgeh û 900 milyon Tûmen sizaya nexdî, bi ser 10 jinên bawirmendê ola Behayî yên xelkê bajarê Îsfehanê de sepand.
Pêka wê raporê, Nida Bedexş, Perestû Hekîm, Yêgane Rûhbexş, Yêganê Agahî, Arizû Sehaniyan, Mujgan Şahrizayî û Şana Şoqîfer”, 10 sal girtîgeh û 100 milyon Tumen sizaya nexdî û “Beharê Lotfî û Nida Imadî” her yek 5 sal girtîgeh û 50 milyon Tumen sizaya nexdî, bi ser wan de hatiye sepandin û derketina wan ji Îranê û bikaranîna torên civakî heta 2 salan ji aliyê rêjîmê ve bo wan hatiye qedexekirin.