
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 503 a Agirî de ev mijar hene:
“Dengê Azadiyê tê” Manşêta hejmara 503 an a Agirî ye.
Rûpelên 2 de Dîtingeha Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq vegerana dorpêçên
navnetewî bo ser Îranê, hatiye weşandin.
Rûpela 3 ê gotara -Konferansa Köln ê derfeteke nû ji bo tevgera rizgariya Rojhelata Kurdistanê, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 4 ê gotara - Hişikbûna Gola Urmiyê: Trajediyeke siyasî-ekolojîk, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpela 5 ê gotara - Heta Edebxanê tixûbê we ye, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 6ê gotara - Gola Urmiyê: Qurbaniya bi zanebûn a siyasetên wêranker ên Komara Îslamî, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 7 ê de gotara - Rêjîma dagirkar bi darê zorê dengê Pexşan Ezîzî tomar kiriye, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 ê de gotara - Nezelaliya Helwêsta Amerîka li hember mafên Gelê Kurd li Sûriyê, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 9 ê de – gotara - Herî dawî di destûrê de, ji nivîsa Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 10 – gotara - Kurd deyndarê Îsmail Beşikçi ne!, ji nivîsa Sidîq Bozerselan.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 503 a Rojnama Agirî, Postêreke li jêr navê “Bo welat, bo Waniyar” ku temsîl û yadawerê sêyemîn salvegera mûşekbarana malbatên Hizba Dêmokrat ji aliyê rêjîma hov û dije mirova Komara Îslamî ye ku di vê cinayetê de çendîn kes şehîd bûn ku yêk ji wan Waniyar ê li zikê Dayîka xwe de bû. Ev postêr bi terahî û dîzaynêriya Serbet Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.