Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

DAÎŞ li 6 mehan de 150 zarokên Kurd eşkence kirine

12:41 - 5 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Gorî raporta nû ya çavdêrê mafên mirov, DAÎŞ’ê di heyamê 6 mehan de, 150 zarokên Kurd eşkence kirine.

Raporta mafên mirov ku roja Duşemî 3’ê ÇiriyaPaşîn a 2014’an, hat weşandin, gotibû: “Girûpa Dewleta Îslmiya naskirî bi “DAÎŞ”,150 zarokên Kobanê ku bo xwendinê ber bi Helebê ve çobûn, wek rehîn girtiye û piştî 6 hevan ji eşkenceyên curbicur, ew berdane.

Zarokên han ku temen 14 salîne, ji 29’ê Gulanê heya 29’ê Çiriya Pêşên a 2014’an, di bin eşkenceyên wek qamçî lêdan û temaşekirina bi zor a fîlmên vîdeoyî yên serjêrkirinê de bûne.

çavedêriya mafên mirov li Sûriyê ku di Newyorkê dimîne, di berdewamiya raporta xwe de ragehad: “Çeteyên DAÎŞ’ê, 150 zarokên Kurd mecbûr dikirin daku rojane 5 caran nimêj bikin, dersên Îslamî hîn bibin û bi zor fîlmên vîdeoyî yên serbirînê, binêrin.

Bi gotina wan zarokan ku niha li Tirkiyê dimînin, dema azadkirinê de DAÎŞ,ê bi wan gotiye: “Dewreya perwerde ya olî bi were kamil hatiye gotin.”

Girûpa DAÎŞ, li kovara fermî a xwe ya bi navê “Dabiq” di sernivîseke wek “Saxkirina koletiyê pêş Qiyametê ”de îşare bi wê hidê dike; DAÎŞ’ê parek ji Şerîeta Îslamê ku rê xelitandibû, anî ser riya rastiya wê.”