Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dan û sitandinên rejîma Îranê bi ajansê re şikest xwarin

14:35 - 9 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Ajansa Navnetewî a Enerjiya Navikî ragihand ku dan û sitandinên bi rejîma Îranê re bibê encam bidawî bûn.
“Herman Nakarêts”, Serokê tîma çavdêrên Ajana Navikî û nûnerê wê ajansê bo dan û sitandin li gel rejîma Îranê ji ajansên nûçeyan re ragihand ku dan û sitandinên bi Îranaê re tu encamek tune bûne û tu rêkkevtin jî ji bo dan û sitandinên din nehatine kirin.
Elîesxer Sultanye, Nûnerê rejîmê di Ajansa Vanikî de û Serokê heyeta dan û sitandinên bi Ajansê re gotiye, “navneda Parçîn di çarçoveya peyama Îran û Ajansê de nine.
Sultaniye gotiye ku pêdagiriya Ajansê li ser çavdêrîkirina navenda “Parçîn” karek ne baş e û ew navend li dervey çarçoveya peymana girîngînedan bi çeka navikî ye.
Serokê Ajanasa Navikî, Yokya Amano, piştî sefera bo Îranê li gel rayedarên rejîmê ragihandibû ku di pêşerojek nêzîk de Ajans û rejîma Îranê dê rêkkevtinnameyekê bo alîkariyên pêtir mor dikin.
Dan û sitandên han bi hewlên rejîma Îranê li gel Ajansê tên ecamdayîn ku berî got û bêjên rejîmê li gel girûpa “5+1” li Muskoyê rejîma Îranê bi awayekê cihên xwe di Ajansê de qahîm kiribe û herweha pirsa destûr karekê ji bo birêveçûna got û bêjên Muskoyê jî dişopîne, pirsa ku ji aliyê Rojavayê ve tê retkitin.
Rejîma Îranê tiresk mezin ji got û bêjan Muskoyê heye û çavdêrên siyasî û dîplomatên Rojavayî bas ji direngxistin yan jî birêveneçûna wan got û bêjan bi hewlên rejîma Îranê dikin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê