N: Zehra Ehmed Qasim
Wergerandin: Ebdulezîz Qasim
Danûstandin; bixwe huner û zanist e, girêdana wê bi siyaset, komelnasî, zimanzanî, derûnnasî û rêvebirinê ve heye, û ji destpêka dîrokê peyda bûye û rêgirî li pêşiya şer û nakokiyan girtiye bi rêya diyalog û lihevkirinê, çareseriyên aştiyane hatine dîtin, û bûye emrazek ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêyên aştiyane û têgihiştinê di navbera aliyên dijber de. Pêvajoya danûstendinê li destpêkê bi diyalogê "hevpeyvîn" dest pê dike, heta bi îmzekirina peymanekê bidawî dibe.
Hevdem ku çareserkirina nakokiyan bi şer û rêyên çekdarî dibin encama malwêraniyê û derdeseriyên mirovî, ji ber wiha Danûstandin ji hewldan û çalakiyên herî girîng in ji bo çareserkirina nakokiyan, û di vî serdemî de ev yek li bal hemû aliyên nakok û hevrik ve tê pesendkirin, û bûye alternatîfek sereke ji bo çareserkirina nakokî, şer û hevrikiyê, nemaze ku encamên wê li ser erdê baştirin ji encamên xirab yên çareserkirina nakokiyên navdewletî bi şer û malwêraniyê, û ji ber vê yekê girîngiya diyalogê hatiye wekî take rê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyên nakok de bi awayek aştiyane.
Wek em dizanin ji berî damezrandina NY ku hêza leşkerî, herî rola xwe hebû di çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan de û nîşana serweriyê bû, lê piştî peymana NY çareserkirina nakokiyan bi rêyên aştiyane ji aliyê hemû dewletên wê ve hate pesindkirin, ev yek di benda "6" birga "33"ya peymana NY de bi aşkere hat li jêr benda şeşan, birga 33 tê de hatiye ku: "Divê aliyên nakok li destpêkê dest bi çareseriyan bikin bi rêya Danûstandin, lêpirsîn, navbeynkariyê û dadweriyê di dema ku berdewamiya nakokiyên wan bibin gef li ser ewlehî û parastina navdewletî, yan hewl bidin ku wan çareser bikin, bi rêya sazî û dezgehên herêmî bi her rêyên aştiyane".
Em di vê tekstê de girîngiya rola danûstendinan dibînin wek yekem pêngav ya aştiyane ji bo dîtina çareseriyan ji bo gelek pirsgirêkên civaka navnetewî. Têgeha Danûstandinê: Danûstendin: "Pêvajoyeke ku dibe di navbera du yan çend aliyan de, ku di nav wan de berjewendiyên hevbeş, cuda û dijber hene, ku ji bo bidestxistina encamên baş pêdiviya hemû aliyan bi tengkirina qada nakokî û cudabûnê û bi ferehkirina qada gengeşe, aqilmendî û têgihiştinê heye ji bo bigihin rêkeftinekî ji bal hemû alîyan ve bihête pejirandin.
Rewşa trajîk ya heyî li seranserî navçeyên Sûriyê ku gelê Sûriyê qurbanî û baca herî mezin dide ji encama kirîza Sûriyê û destêwerdana dewletên herêmî û navdewletî, ku Sûriya bûye zemîna nakokiya berjewendiyan û qada bazarên siyasî, di dema ku nebûna yekrêziya kurdî û gotara siyasî ya kurdî dibe alikariya ji bo zêdekirina trajediyên gelê kurd li Kurdistana Sûriyê, tevî ku sê rêkeftin ji bo yekrêziya mala Kurdî li Hewlêr û Duhokê li Başûra Kurdistanê û di bin çavdêriya rêzdar Serok Mesûd Barzanî de hatine îmzekirin, lê ew hersê rêkeftin nehatin bicihkirin û li Qamîşlo hatin betalkirin ji encama siyaseta takalî û ne pejirandina yektir.
Îro digel guhertinên girîng û peyabûna berjewendiyên hevbeş, careke din bal tê kişandin li ser pêwîstiya yekrêziya nav mala kurdî bi rêya danûstendinan bi sponsoriya Amerîka û piştgiriya Firnsa di navbera her du aliyên kurdî de.
Hevdîtinên di navbera aliyên kurdî û sponsoran de bûn encama destpêkirina Danûstandinên rasterast, û yekem pêngav ji bo yekkirina gotara siyasî ya Kurdî ku bi yekem qonaxa wê hat navkirin di daxuyaniyek hevbeş di 16ê Hezîrana 2020 an de li ser bingeha rêkeftina Duhokê hat ragihandin, ji bo destpêkirina qonaxa duyê, ber bi yekîtiyeke rasteqîne di hemû war û biyavan de. Berpirsyariya dîrokî tê xwestin ji herdu aliyan ku berjewendiya netewî li ser berjewendîyên partîzanî bidin pêş û xebateke cidî ji bo çareserkirina xalên nakokiyê û hemû sedemên ne bicihkirina peymanên berê bikin ji bo peydakirina zemîneke guncayî di navbera her du aliyan de bi rêya danûstandin li ser vê yekê, bi nehêlana nakokiyan û astengiyên navxweyî û herêmî ji bo rêkeftineke dîrokî bibe hivênê parastina maf û berjewendiyên netewî yên Gelê Kurd. Niha tevî hemû astengî û nakokiyan ku amadekarî dibin ji bo destpêkirina gera duyê ya Danûstandinên Kurdî-Kurdî, ku serkeftina wê divegere bo cidiyetiya her du aliyan û cidiyeta Amerîka, herwiha ku serkeftina wê, wê bibe fakter ji bo dîtina çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê li ser binyata biryarên navdewletî nemaze ya 2254, û peydabûna têkiliyên dostane di navbera opozisyona demokrasîxwaz de ya baweriyê bîne bi tebayî û yeksaniya mafên hemû netewên Sûriyê, helbet ku yekrêziya mala kurdî dê bibe derfet ji bo bihêzkirina aştiyê û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhatiyên civaka Sûriyê de.
Divê hemû alî girîngiya vê danûstandinê bizanibin ku çarenivîsa kurdistana Sûriyê li ser vê yekê ye, ku serkeftin wê bibe kilîd ji bo çareserkirina doza kurdî û bidestxistina mafên netewî di paşeroj û destûra nû de, ku îro ji bo misogerkirina mafê gelê kurd û hebûna wê ti alternatîf li şûna rêkeftineke kurdî nînin û hemû çav li ragihandina wê ne.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine