Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawetek li Ûrmiyê de 10 kes hatin kuştin û birîndar lê ketin

18:39 - 9 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Urmiyê seba kevtina bargona malekê, hejmarek ji beşdarên rê û resma dawetê hatin kuştin û birîndar kirin.


Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan berî niha li şehreka “Terziliya”a bajarê Urmiyê seba kevtine xwar a bargona malekê bi ser hejmarek ji beşdarên rê û resma dawetekê, kesekê bi navê “Îsa Kerîmî”kurê Simaîl û xelkê gundê “Gocar”a ser bi herêma Tirgeverê canê xwe ji dest da.
Bûyera han li roja Çarşemî 6’ê Şibata 2013’an qewimiye û 10 kesên ji xelkê wî gundê bi xurtî birîndar bûne ku rewşa saxlemiya kesekê bi navê “Seyd Kemal Husêynî” kurê Syd Elî xirabe.