Kurdiostanmedia: Îro Pêncşemî xelkê Urmiyê bi Kurd û Turkan ve bazara wî bajarî daxistin û dest bi rêpîvanê kirin.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Îro Pêncşemî berwar 4’ê Çiriya Pêşîn a 2012’an, xelkê Urmiyê li dijî giranî û bênirxbûna pereyê Îranê li hember pereyên biyanî dest bi rêpîvanê kirin û ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve pêşî ji berfirehbûna wê rêpîvanê hat girtin.
Rêpîvana han li Pêncrra û Şeqama Dr. Qasimlo meşiya û herweha bazara Urmiyê jî tenê çend dikanek nebin, bigiştî daxistî bû.
Hêjayî gotinê ye ku di wê rêpîvanê de Kurd û Turkan dest dabûn destên hev û li dijî rejîma Îranê û rewşa nebaş a abûriya xelkê meşa han lidar xistin.
Soz ev e ku roja Duşemiya bê de meşek berfireh a xelkê li Urmiyê bihê lidarxistin.