Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxistina sînoran astenî ji dabînkirina hewcehiyên xelkê Urmiyê re pêkanîne

16:09 - 4 Tebax 2012

Kurditsanmedia: Daxistina sînorên Îran û Turkiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, nebûna derfeta kar bûye seba serîhildana zêde a bêkariyê.


Pêvajoyan han xelkê Urmiyê bi taybetî ciwanên wê deverê tûşî bêkariyê bûne.
Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, di dema ku hêzên rejîma Îranê di deverên sînorî ên bajarê Urmiyê û bi taybet devera Tirgewer cihgîr bûne, pêşgirî ji akinciyên ser sînoran dikin û xelkê deverê di hêla abûrî ve tûşî arîşeyan bûye.
Nebûna derfetên kar û nebûna tu piroje û bernameyek bo akinciyên ser sînor, bûye seba serîhildana kirîza abûrî û daxistina sînoran jî kirîza han kûrtir dike. Di vê deheqê de berpirsên rejîmê tu girîngiyekê nadin rewşa nebaş a xelkê.
Di wan dawiyane de jî rejîmê di pîlanekê de bi armanca duberekî û fitne di nava xelkê deverên Urmiyê de, bi xelkê Tirgewer ragihandine ku di demekê de ew dikarin ji sînoran mifahê bistênin ku berbirûyê xelkê deverên din ên ser bi Urmiyê bibin.

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê