![](/weney-mallperr/1997.jpg)
Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistan Îranê, di daxyaniyekî hevbeş de êrîşa bo ser kempa Eşref mehkûm kirn.
Deqa daxuyaniyê:
Daxuyaniya hevbeş
Em êrîşa bo ser kempa Eşrefê mehkûm dikin
Li gor rapora nûçegihanan, sibêdehiya roja Yekşemî 1’ê Îlona2013’an, êrîş û kuştarek hovane li kempa Eşref, ser bi rêxistina Mucahidînên xelk a Îranê birêve çû. Li gor nûçeyan di vê êrîşê û bombebaranê de, zêdey deh kes ji endamên wê rêxistinê şehîd û birîndar bûn.
Her çend hêşta hemû hûrdekarî a wê êrîşê nehatiye eşkere kirin, lê gumanek li wê de nine ku ew êrîşa terorîstî bi destê her kes û aliyekê bibe, biryar wê ji aliyê rejîma Komara Îslamî a Îranê ve hatiye dan, Sipaha Pasdaranên Îranê wê êrîşê bi toleya Îlahî nav diben û keyfxweşiya xwe ji wê komkujiyê dane eyannê, ewa jî wê rastiyê dide eyanê ku rejîma Komara Îslamiya Îranê rêkxer û birêveberê wê cinayetê ye.
Em serbarî mehkûmkirina wê êrîşê û komkujiyê, hevderdiya xwe tevî rêxistina Mucahidînên Xelkê yê Îranê û malbata qurbaniyan derdibirin û bala raya giştî bo wê rastiyê radikişînin ku ewa ne yekem kiryara terorîstiya rejîma Komara Îslamiya Îranê bûye û ne dawî kiryar jî dibe û hevceye ku hikûmeta Îraqa Fidiral û Netewên Yekbûyî lêkolînekî tevalî di varê wan karesatane de bikin û kardaneweyekî micidtir jî li xwe nîşan bidin û ji yekê zêdetir îzna rejîma Komara Îslamiya Îranê nedinku bi awayek bêrehmane xelkê bêdifa bikin armanca terorîstiya xwe.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistan Îranê
2’ê Îlona 2013’an a Zayînî
11’ê Xermanana 1392’an a Rojî