Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDK Îranê, bi boneya bidawîhatina pilînoma çaremîn a Komîteya Nawendî

15:33 - 20 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê , bi boneya bidawîhatina pilînoma çaremîn a Komîteya Nawendî daxuyaniyek bilav kir.

Deqa Daxuyaniyê:

Ji bo aghedariyê, em radugehînin ku komîteya nawendîa PDKÎ, Hilbijartiyê Kongireya 15’ê PDKÎ çaremîn pilînoma xwe bi beşdariya endamên eslî û cihgirên komîteya nawendî pêk anî, û piştî çar roj karê berdewam dawî pê hat.

Pilînom seet 9’ê sibêdehiya roja Dûşemî 26’ê Xakelêweya 1392’an (15.04.2013) bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pêkir.

Piştre li çarçoveya destûra karê pilînomê de ku pêştir bi agehdariya endamên birêveberiya PDKÎ gihîştibû, rêzdra Mistefa Hicrî, raporeke siyasî, ku zêdetir guherînkariyên herêmê û rewşa Îran û Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwe ve girtibû, pêşkêşî bewşdarên Kongireyê kir.

Di vê raporê de qala rewşa Sûriyê û dirêjiya şer û kuştraa di vî welatî de hatibû kirin, ku bi dehan hezar qurbanî û wêraniyeke zaf lê ketiye û bi milyonan kesî ji xelkê vî welatî, aware û koçberî derve bûne. Rapor sedema vê rewşê û dirêjî kêşana vê rtewşê vegerande ser piştevanî û alîkarîkirina hemû aliyane ya rejîma Komara Îslamiya Îranê, Rûsiye û çend welat û aliyên din ji rejîma Beşar Esed û eva jî di demekê de ye ku piştevaniya xelkê nerazî û serhildêr ê Sûriyê, û rikeberên rejîmê di vî welatî de, zêdetir li warê mirovî de hatiye kurt kirin, û bi sedema durustbûna şik û gumanê ji aliyê rojawayiyan ve derheq dijberan, bi taybet hebûna girûpên Îslamî ên radîkal, ew piştevaniya ji astê çavnihêriya neraziyên vî welatî de nine, lewra weha dixûye ku ew rewşa di vî welatî de hêşta jî bidome.

Raporê tevî baskirina ji rewşa siyasî a Îranê, û aloziyên di navbera rejîma Îranê de, û civaka cîhanî bas ji domkirina rewşa xirap a aborî kiribû, ku jêhelçûna astê enfilasyona dirav heya %30, û bêkariya zêdetir û têkçûna jiyana xelkê li pey xwe re hebûye, û bi berçavgirtina bê encambûna dawî civîna girûpa 5*1, li Qezaqistanê û gefxwarina zêdetir ya rojawayiyan û bi taybetî Amerîka bo ser rejîma Îranê, tê pêşbînîkirin ku rewşa ji ya heyî xiraptir be. Di rewşeke weha de ku rejîma Îranê zêdetir ji berê mafênmirovan li Îranê de binpê dike, û zextên bo ser xelkê welat zêdetir kiriye, û ew yek jî tevî berçavgirtina rîjeya îdaman, li rapora Ehmed Şehîd, reporterê taybet ê mafê mirovan a NY derheq Îranê, ku roja 10’ê Xakelêweyê qala vê kiribû, bi awayek zelal ew yek eşkere dibe.

Herweka rapora sekreterê giştî ê PDKÎ qala vê kiribû ku di gel nêzîkbûna dema bi nav hilbijartinên serkomariyê di Îranê de, û helwesta aliyên curbicur ên di nav deshilatdarên rejîmê de, û egera rêgirtin ji berbijariya hinek kes û aliyan, ya li haletê kandîdbûna wan de retkirina kêrhatîbûna wan, bûye kêşeyek di nav kes û aliyên nav rejîmê de, û ew yek jî di demekê de ye ku bê encambûna her bi nav hilbijartinekê li ran de ji xelkê welatê me re eşkere bûye, û vê rejîmê tu demekê îzin nedaye ku hilbijartineke azad birêve here, û giringî bi îradeya xelkê bihê dan. Bi vî halî jî rejîm hewl dide ku bi pîlanan û bi zorê, xelkekî zaf rakêşe ser sindûqên dengdanê, û weha raxîne ber çavê bîrûraya giştî, ku serbarê vê rewşa ku xelkê Îranê jê bêzar in, û nemana vê hêvî dikin, piştevaniya ji vê deshilatê dikin, ku ew yek jî pîlaneke ki hewce ye xelkê Îranê bona pê bandorkirina vê hewlê bidin û nîşan biidn ku rejîm çawan di astê cîhanî de bi tenê maye, û li navxwe a Îranê de jî, jê vê zêdetir îzole bûye û xelk bi tewahî jê bêzarin û tev alî jî, li şanosaziyên bi nav hilbijartin li komara îslamî de şareza ne.

Raporê derhe pirsa Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê de, bi awayek hûr li ser wan sekinî bû, û derheq rewşa Kurd li Sûriyê ronahî xistibû ser helwesta Kurdan li vî welatî de, ku niha ji aliyê hêzên serkûtker ên Beşar Esed ve, ketine ber êrîşê û aliyê opozisyonê jî hevgirtina hewce di gel Kurd di vî welatî de pêk neaniye, bona vê ku Kurd di vî welatî de, zêdetir bi bandor be, û bigîje beşek ji mafên xwe yên rewa. Hewce ye ku hêzên siyasî hevgirtîtir bin û bername û daxwazên rohn û zelal hebin ku em hêvîdarin vê rewşê bipîve û li encam de li Sûriyeya piştî Beşar Esed ew eê û azar ji wan dûr keve.

Di vê raporê de bas ji herêmê Kurdistanê û pêwendiyê li gel deshilata nawendî li Îraqê jî kiribû ku komek arîşeyan ew pêwendî berev lawazbûnê ve biirye, û ji aliyeke din ve kêşeya xortên neteweya Ereb di vî welatî de, bi dabeşbûna bi ser Şîe û Sûniyan de berçavtir bûye, û zêdetir li ser vê bawerê ne ku hikumeta nawendî ya niha a Îraqê hewla tekrewî û piştguh ve avêtina yasa û lihevhatinên berê dide, ku ew yek jî nikare li berjewndiya Îraqê bi giştî de be. Pilînomê hêvî kir ku ew arîşe bi hestkirina bi rastiyan ji aliyê deshilata nawendî ve, ji riya lojîk û li gorî yasayê were çareserkirin.

Li raporê de rewşa Kurd li Kurdistana Îranê û doma serkût û îdamên ku rejîm derheq nxortên neteweya Kurd li Îranê de dike, û herweha rewşa xirap ya jiyana xelkê û bêkariya zaf, û herweha emniyetîkirina zêdetir ya civakê û geşandina nesaxiyên civakî, ji aliyê rejîma Îranê ve bi hûrî îşare pê hatibû kirin û di hemen dem de xweragiriya xelkê û pêdagirbûna xortên neteweya Kurd li Kurdistana Îranê li ser mafên neteweyî û demokratîk ên Kurd bi çavê rêz û hurmet ve lê hatibû nihêrîn.

Raporê her di pêwendî li gel Kurdistana Îranê de, siyaset û helwest û tekoşîna PDKÎ, li navbera du pilînomê de raxistibû berçavan, û îşare bi aliyên curbicur ên wê kiribû, û pêwendiya PDKÎ di gel hêz û aliyên siyasî ên opozisyona ranî, û hêz û aliyên siyasî ên Kurd li Kurdistana Îranê, bi awayek baş nirxandi9bû, ku bi xweşî ve pêvajoya berev pêşveçûnê dipîve.

Rapora siyasî derheq Turkiyê û Kurdistana Turkiyê de, tevî baskirina ji komek mijaran, pêvajoya aştiyê li vî welatî de û gotûbêjên karbidestên hikumeta Turkiyê di gel birêz Ebdulla Ocelan bilind nirxandibû. Li vê derheqê de pilînomê guhertinên vê dawiyê li Turkiyê û Kurdistana Turkiyê de bi awayek hûr xiste ber bas û pêvajoya çareseriya aştîxwazane ya navbera her du aliyan de wek pêngaveke erênî hesibandibû.li hemen dem de li ber ronahiya vê peyamê û wan axavtinên ku heya niha ji aliyê her du aliyan de hatine bilavkirin, daxwazeke rohn û diyarîkirî li pêwendî li gel Kurd û mafên neteweyî li vî welatî de nehatiye ber bas, lewra bi nîgeranî ve çav li encama vê pûiroseyê tê kiirn, bi vî halî jî biryar dana li ser çawaniya diyarîkirina çarenûsa xûşk û birayên me di vê beşê Kurdistanê de, pêwendî bi wan xwe ve heye û em rêz ji bo îradeya neteweyî li vê beşa Kurdistanê de dadnên. Li hemen dem de em hêvî dikin ku doma vê pêvajoyê bo xêr û xweşî û bidestvehatina hindî zêdetir ya mafên neteweyî ên Kurd li Turkiyê de bigîje encamê.

Beşdarên pilînomê bi awayek çalak li ser her yek ji wan beşên raporê raya xwe eşkere kirin û bi vî awayî hem rapor pesend kirin û hem jî dewlemendtir kirin. pilînêmê li beşek din ji karên xwe de ayînnameya çend organên hizbê xistie ber basê û piştî tewaya têdîtinan pesend kir.

Beşek din ya karê pilînomê hatibû danîn bo bas li ser kar û çalakî û bernameya karî ya Yekîtiyên Ciwanan, Jinan û Xwendekaran, û pişt gengeşe kirinê, pilînomê piştevaniya xwe ji wan rêkxirawan ducarî kir û amadeyiya xwe bo alîkariya zêdetir eşkere kir.

Li dawî beşa karê pilînomê de komek bas û bername bo dahatûya PDKÎ xistin ber dîtigeha beşûdaran û biryara hewce li ser hate dan.

Pilînomê piştî çar rojan klarê berdewam, seet 7’ê êvariya roja pêncşemî, 29’ê Xakelêweyê dawî bi karên xwe anî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Deftera Siaysî
19’ê Nîsan a 2013’an
30’ê Xakelêweya 1392’an