Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ bi boneya koça dawiyê ya hevalê têkoşer Kak çeko Rehîmî

16:28 - 12 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq koça bêwext ya hevalê têkoşer Kak Çeko Rehîmî daxûyaniyek belav kir, ku deqa wê daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq koça dawiyê ya Kak Çeko Rehîmî

Daxûyaniya Deftera Siyasî
bi boneya koça dawiyê ya hevalê xebtkar Çeko Rehîmî
Hemwelatiyên rêzdar!
Endamên Hizba Demokrat!

Mixabin û bi kesereke mezin ve, em radigehînin ku roja Çarşemî berwarê 11’ê Gulan a sala 2016 (22.02.1395) ’an, hevalê xebatkar û mandînenas kak Çeko Rehîmî, Endamê Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat, bi sedeme sekinîna lêdana dil, xatira xwe ji me xwast, û tevlî karwanê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bû, û domandina riya xebat û tekoşînê bo heval û dost û hevçeperên xwe bi cih hêla.

Rêzdar “Ebdulrehman Rehîmî” naskirî bi “Çeko”, endamê xemxor û têgehiştî, û mêjîn ê Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sala 1954’an a Zayînî, hemberî 1333’an a Rojî, li bajarê şoreşvanên Demokrat, li Mihabadê hatiye dinê.

Malbata hevrêyê me yê şehîd, Kak Çeko, Malbateke welatparêz û xwedî pêgeh û nifûza civakî û naskirî, ya bajarê Mihabadê bû, lewra Ebdulrehman bi baweriyek netewî û perwerdehiyeke Kurdperwerane ve, heya qonaxên dawiyê, xwendina xwe li bajarê Mihabadê bi dawî tîne, û bo domandina xwendina xwe, li zanîngeha efserî ya Tehranê tê wergirtin, û bawerînameya lîsansê li wê zanîngehê werdigire, û di “Arteş”ê de, bi pileya “Efser” dest bi karê xwe dike.

Hevalê şoreşvan û xwedî moral, Serwan Ebdulrehman Rehîmî piştî şoreşa gelên Îranê, bi eşkere dibe endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, û piştî fermana “Cîhad”ê ya Xumêynî li dijî Kurdistanê, weke efserekî welatparêz û xwedî helwêst, di refên pêşmergên Hizba Demokrat de çeka berevanî ji man û kerameta netewa xwe hildigire, û weke mamostayekî leşkirî (nizamî, eskerî) dewreyên taybet bo pêşmergên Hizbê bi rê ve dibirin. Her di nava refên Hizbê de, nasnavê “Çeko” danîne ser, û bû “Kak Çeko”yê xweşdiviyê pêşmerge û xelkê Kurdistanê.

Hevalê hêja kak Çeko bi sedema cangorîtî û lehengî û canliserdestiyê, di heyamê pêşmergatiya xwe de, çendîn caran bi sedema teqîna “Mîn”ê (mayînan) bi tundî birîndar dibe, û bandora wan teqînan li ser cesteyê wî, her mabû.

Kak Çeko Rehîmî di refên kadr û pêşmergên Hizba Demokrat de, çalak û mandînenas bû, û bi awayekî berdewam di hewla pêgehandin û perwerdekirina zêdetir ya pêşmergên xwebexş ên Kurdistanê de bû. Bo heyamekî fermandarê hêza “Simko”, û hêza “Şerîfzade” û hêza “Pêşewa” bû, û piştî avakirina “Zanîngeha Leşkirî” di Hizba Demokrat de, ku piştre navê wê bo “Fêrgeha Siyasî – Nizamî” hate guhertin, yek ji mamostayên despêkê ên vê zanîngehê bû, û piştî heyamekî weke cîgirê berpirs û paşan weke berpirsê Fêrgeha Siyasî – Nizamî, xizmet bi xebata rewa ya netewa xwe kir.

Hevalê me yê xebatkar bi sedema kêrhatîbûn, û pêgihîştin û riha xwegorîkirinê ve, di sala 1983’an de, di kongireya şeşem a PDKÎ de, wekî endamê cihgirê Komîteya Nawendî, dengê baweriyê pê hate dayîn, û ji wê demê şûnda heya dema şehîdbûna xwe, di heyama 33 salan de, çi wekî şêvirmend û çi jî wekî cihgir û çi jî wekî endamê eslî ê Komîteya Nawendî, berdewam di rêberiyê de bû, û çendîn berpirsayetiyên giran, û li gora zanayiya xwe, wekî berpirsê fêrgehê, endamê Kîmîsyona Pêşmerge, û berpirsayetiya Komîteya Emniyetê girtin stûyê xwe, û bi şahidiya heval û hevçeperên wî, wî bi kêrhatîbûna xwe, û bi xemxwerî û bi disiplîna xwe ya bilind, erkên xwe bi cih gehandin.

Hevalê me yê têkoşer Kak Çeko Rehîmî kesekî dilsoj bo PDKÎ, û ji bo gelê xwe yê mafxwarî, û xortekî têgihîştî û pêgihîştî, û emgdarê mekteba Demokrat bû, ku di nava refa kadr û pêşmergeyan de hezkirî, û di nava refa rêberatiya PDKÎ de, kesekî xwedî helwest û xwedî pirensîp û disiplîn bû.

Welatparêziya malbata wî, û têgihîştina wî bi xwe, û disiplîna wî ya efserî, û emegdariya bi rê û şopa rêberên şehîd, xakîbûn û digel pêşmerge bûn, li ser yek, kesayetiyekî dîrokî û xwedîemeg û binavûdeng ji Kak Çeko ava kiribûn, ku pît bi pîtên peyvên navê wî, dersekî xebatkarane û şoreşgerî bo dersxwan û heval û hevçeperên wî bûn.

Hevalê me yê xweşdivî kak Çeko, mixabin piştî nîvroya roja Çarşemiyê 22’ê Banemerê (11’ê Gulanê), bi kirîza dil, em bi cih hêlan, û nûçeya koça wî ya dawiyê ya ji nişkêve, hemû dost û dilsojên wî heyrîmayî kirin. Lê PDKÎ ji mêjve ye ku fêr (hîn, elimiye) bûye, ku di dema jidestdana hevçeperên hêja û têkoşer û mandînenasên xwe de, berdewa û pêdagirtir be li ser domandina rê û şopa wan.

Deftera Siyasî a PDKÎ seba koça dawiyê ya ji nişkêve a Kak Çeko Rehîmî, sersaxiyê li malbata rêzdar ya navbirî, û hevjîna wî ya emegdar û bi taybetî zarokên hişyar û serwext ên wî, û bi taybetî keça wî ya xweşkok û şirîn dike,(ku di nava PDKÎ de, di encama bûyerekî nexweş de piyekî xwe ji dest da), û herwisa sersaxiyê dibêje xelkê Kurdistan, hemû têkoşerên Demokrat û xelkê şoreşger ê Mehabadê.

Riha şehîdê me yê nû serwan Çeko şad be, û riya xebata wî jî pirr rêvîng be.

PDKÎ
Deftera Siyasî

23.02.1395
12.05.2016