Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî bi boneya sala nû ya xwendinê

15:19 - 22 Îlon 2015

Kurdistanmedia: Deftera siyasî ya PDKÎ bi boneya destpêkkirina sala nû ya xwendinê daxuyaniyek bilav kiriye û têde bas ji karê Mamostayan û giringiya zimanê Dayk kiriye.

Di beîek din a daxuyaniyê de hatiye: demsala nû û sala nû ya xwendin bo zarokan û ciwanên Îranê û bitaybet bo ciwan û zarokên Kurd, dibe despêk û dewrek din ji xwe amadekirin bo pêşeroj û bi sedema vê despêkê pîrozbayî li hemû qotabî û xwendekarên tamezroya xwendin û fêrbûnê dikîn.

Deqa daxuyaniyê bi vê awayê ye:

Hemwelatiyên rêzdar!
Xelkê mafxwaz ê Kurd!
Mamosta, xwendekar û dersxwanên hêja!
Di Îranê de 1’ê Rezberê wekî sembol û rejeke sembolîk, wekî roja destpêkirina xwendinê hatiye diyarîkirn, û hemû salekê zarok û nûciwanên Îranê bi zenga destpêka xwendingehê saleke nû ji demsala xwendin û hînbûnê di jiyanê de dest pê dikin, û qonaxeke din ji ezmûn û zanyariyan derbas dikin.

Baskirina ji girîngiya xwendinê û zanyarîdestxistin û perwerde û hînkirin, tişteke zêde tê berçav, jiber ku ji rojê ronahîtir e ku perwerde û hînbûna zarokan û ciwanan e ku wan bo jiyana baştir ya pêşerojê amade dike, û di cîhanê de û bi taybetî di serdema niha de, ku bi serdema şoreşa zanyariyan naskirî ye, dewr û cihê hînbûn û sîstema fêrkariy, roleke yekalîker di jiyana civakê û li ber bi pêşveçûn yan paşvemana civakî de dilîze.

Lê di sîstemên îdeolojîk û bi taybetî di sîstemên wekî Komara Îslamî de hewl didin ku sîstema xwendin û perwerdehiyê wisa dagîr bikin û li naweroka xwe de berevajî bikin, da ku bîrkirin û hizra dersxwanan êxsîr bikin, û bi mifahwergirtina ji emrazên pêşkevtî û teknîkên îroyîn, dîtingehên xwe yên pawanxwazane bilav bikin, û bedela destpêregihîştina bi zanyariyan, wan di nav dezgeheke derevîn ya îdeolojîk de ragirin. Di rastî de sîstema perwerde di dezgeha Komara Îslamî de, dibe dezgeha belavkirina çewtekariyan û ciwanên welat dibe hişyar bin ku sîstema perwerdehiya Komara Îslamî wan ji rê dernexîne.

Her bi boneya destpêka saleke din ji piroseya xwendinê, hewce ye ku em pîrozbahiyê ji mamostayan jî bikin, ku erka giran ya perwerdehiya ciwanên welat li stûyê wan e, û tekoşîna wan cihê hurmetê ye.

Hevdem digel vê ku di dezgeha Komara Îslamiya Îranê de bêhurmetiyeke bêqas bi wan tê kirin û maf û îmkanatên herî kêm ji wan re tê diyarîkirin, û nerazîbûn û girevgirtinên wan ji bo gihîştina bi mafên wan tê serkutkirin, û niha jî hejmareke mamostayên mafxwaz di girtîgehên rejîmê de ne, lê mamostayên xemxwar di hewla perwerdekirina dirust û îroyîn ya zarokên nîştiman de ne, û li ser kar û erkên nîştimanî û demokratîk a xwe berdewam dibin.

Demsala nû ya xwendinê ji bo zarokan û ciwanên Îranê û bi taybetî ji bo ciwanan û zarokên Kurd dikare destpêkirina dewreke din ji xweamadekirina bo pêşerojê be, û bi boneya vê destpêkirinê ve, pîrozbahiyê li hemû dersxwan û xwendekarên rû li çepera xwendin û hînbûnê dikin, û bi taybetî em ciwanên Kurd han didin ku bi hêz û hezkirineke zêdetir ve ber bi xwendin û hînbûnê ve herin, da ku hem xwe li pêvajoya bilez ya vegeşîna zanist û zanyariyan paş nemînin, û hem jî sermayeya pêşeroja neteweya me bin, jiber ku stemkar hewl didin ku neteweyan di nezanînê de ragirin, jiber ku dikarin neteweyeke nexwendewar hêsantir biçewsînin, lê nikarin mejî û baweriya neteweyeke hişyar dagîr bikin, û ew yek erka li ser milên xwendekarên Kurd girantir dike, ku di qada xwendin û hînbûna zanistê de, hebûna xwe ya serkevtiyane biselimînin.

Serbarê rola girîng ya hînbûnê, û destpêka sala nû ya xwendinê bo ciwanan di Îranê de, nabe aliyê din yê xwendin û hînbûnê bê jibîrkirin, ku ew jî destpêka demsaleke din ya êrîşa li ser zimanê daykî di Îranê de ye, jiber ku di Îranê de xwendin û perwerde bi zimanê Farsî ye, û zarokên neteweyên bindest di Îranê de, digel nasyarbûna bi diyardeyekê bi navê xwendingehê re, ew xwendingeh dibe sembola çand û zimanê deshilatê, û Farsî dibe zimanê tepeserî û stemê li ser wan. Bi detspêkirina xwendinê, sîstema perwerde di Îranê de, jînosayd û helandina çandî û zimanî bi awayekî sîstematîk bi rê ve dibe, û di rastî de zenga destpêka xwendingehê di meha Rezbera payîzê de, dibe hilverîn û payîza zimanê daykî, û di xwendingê de hemû hewleke sîstematîk bo ji bîr kirina zimanê dayîkê di nav neteweyên zulmlêkirî û yek ji wan neteweya Kurd de tê dayîn.

Ew beşa ji diyardeya xwendin û perwerdehiyê di Îranê de erkeke giran dixe ser milên mamostayên ser bi neteweyên stemlêkirî û bi taybetî mamostayên Kurd, da ku bi her awayekî ku ji destên wan tê, zarokên Kurd digel zimanê wan yê daykî bo xwendin û hînbûnê nasyar bikin, û bi tenê û bi kom hewla perwerdehiya bi zimanê kurdî di nav zarokên Kurdan de bidin.

Tevî pîrozbahiya ducarî bi boneya destpêka sala nû ya xwendin û hînbûnê, em hêvîdar in ku rojek bihê ku zarokên neteweyên Îranê û zarokên Kurd jî, bi bê ti cure ferq û cudahîdanîn û stemekê, bi zimanê daykî yê xwe zanist û zanyariyan hîn bibin, û perwerdehiya sîstematîk ya demokratîk bi zaimanê wan yê dayîkê bihê kirin.
PDKÎ
Deftera Siyasî
30.06.1394