Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq roja cîhanî ya zimanê dayîkê

19:29 - 23 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li daxûyaniya Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yatiye, zimanê dayîkê ji me re nasnameya neteweyî ye, lewra parastin û geşepêdana wê erkê here giring ê me ye.

Deqa daxuyaniyê:

Xelkê xwedî şeref ê Kurdistanê

Neteweyên zulmlêkirî yê Îranê

Giringî û buhagiranîdana bi zimanê dayîkê ew qas ji bo civaka cîhanî ciyê rêz û hurmetê ye ku di sala 1999’an a Zayînî, UNSCO li civîna sêyemîn a xwe de roja 21’ê Şibatê wek roja cîhanî a zimanê dayîkê diyarî kir û piştre di sala 2008 de Civata Giştî ya NY jî ew destnîşan kirin bi fermî nas kir. Diyarîkirina rojekê wek roja cîhanî a zimanê dayîkê ji aliyê UNSCO’ê ve nîşaneya giringîdana bi zimanê dayîk e ku wek nasnameya her neteweyekê lê tê nêrîn, û parastin û geşepêdana wê tê wateya zindîbûna vê neteweyê.
Ew buhagiraniya heke bo her neteweyekê û di her rewşekê de giring û bi nirx e, ji bo wan neteweyên ku ziman û kultura wan di tehlûkeyê de ye, û hewla helandin û nemana wê tê dan, û ji vê riyê ve jî rewş bo helandina neteweyî tê amadekirin, ku ew yek zêdetir ciyê bihagiranî pêdanê ye, bi taybetî bo neteweyên mafzewtkirî ên Îranê û bo neteweya Kurd li Îranê ku zimanê wan ê daykî bo xwendin û hînbûnê jê hatiye qedexekirin, û kultura wan bênaz maye, û ji aliyê rejîmên tewawxwaz û nedemokratîk ên wek rejîma paşatî û Komara Îslamî ya Îranê, hewla bi bername bo neman û bêrengbûna wan daye û dide, giringiyek pirr zêde heye. Bi taybet ku komara Îslamiya Îranê bi hemû hewla xwe tekoşînê dike xortên Kurd ji ziman û çanda xwe bîhanî bike û bi hêceta zimanê fermî, zimanek din bi ser wan de bisepîne, û karek weha bike ku xortên Kurd zimanê dayîkê kêm bigrin, û ber bi zimanek din bo hînbûn û xwendina bi çandek din, cuda ji çanda xwe bêne neçar kirin.

Li rewşek weha de û di demekê de ku Kurd xebat bo mafên netewî û xazadiyên xwe dike, giringîdana bi zimanê Kurdî wek zimanê dayîk û geşepêdana wê û parastina wê serbarê hemû wan astengiyên ku jêre pêk hatiye, erkek neteweyî û aliyek giring ya xebata neteweyî ye. Lewra hewce ye ku her rewşenbîrekî Kurd û her xebatkareke riya rizgariya neteweyî û her texeke civaka Kurdewarî, hem bi başî hest bi pîlanên rejîmê bike, û hem jî bona berberekaniya di gel vê siyaseta dijî mirovî a rejîmê ku di pêxema alozkirina ziman û çanda Kurdî, yan bo helandin û jinavbirina wê bê ravestiyan, kar û hewla bi bername jêre dide, tekoşînê bike.

Zimanê Kurdî, zimanê dayîkê ji me re nasnameya neteweyî ye, lewra parastin û geşepêdana wê erkê here giring ê me ye. Di vê rojê de û bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê tevî pîrozbahî ji hemû têkoşerên riya parastin û geşepêdana zimanê Kurdî, em hêvîdar in ku ew roj bibe roja bihêzbûna îradeya me bo parastina zimanê me, bo mana neteweya me, û bibe navika hewildan bo destpêregehîştin bi mafên xwezayî ên me, ku xwendina bi zimanê Kurdî û geşepêdana bi kultura neteweyî, beşek ji wan mafan e.

Carek din pîroz be roja 21’ê Şibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê
PDKÎ, Deftera Siyasî
20. 02.2013
02.11.1391