Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya ”ENKS” bi boneya 22’ê Pûşperê

17:04 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Encumena Nîştinamî a Kurdî Li Sûriyê bi boneya 23’mîn salvegera terora ”Dr. Qasimlo” daxuyaniyek belav kir.


Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Bi navê Encumena Niştîmanî a Kurdî li Sûriyê_ Leqa Siwêdê, salvegera nemir ”Ebdulrehman Qasimlo” bi dilekî xemgîn, li gel hevalên Partiya Demokrat a Kurdstana Îranê parve dikin.
Rêzdarên Hêja!
Miletê Kurd bi dehan qehreman di riya tekoşîn û azadiyê de winda kirine, belê ew qehreman bûne mîna çirakê di kar û xebata pêşeroja miletê Kurd de.
Rêzdaran!

Miletê kurd ku kesên wek tekoşerê nemir ”E Qasimlo” ji nav derket, her wê rojeke azad û serkeftî be.
Sersaxî bo Hevalên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û her weha bo miletê Kurd bi tevahî.


Encumena Niştîmanî a Kurdî Li Sûriyê/ Siwêd
15’ê Tîrmeha 2012
Stockholm


- Novin Harsan

- Obeid Ahmad

- Farmaz Hussein