Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya hevbeş a PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê derheq bi Kobanê

16:16 - 9 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê derheq bi rewşa ne baş a Kobanê, daxûyaniyek hevpar dilavkirin.

Deqa daxûyaniyê bi vî awayî ye:

Civatên xelkê Kurdistana Îranê!
Herwek agehdar in, di heyama derbazbûyî de, terorîstên girûpa naskirî bi DAÎŞ’ê êrîşeke berfireh kirin ser bajarê Kobanê, û di encamê de dehan hezar kes ji tirsa komkujiya terorîstan de aware bûn, û niha di rewşeke ne baş de jiyanê dikin, û ji aliyekî din ve ciwanên têkoşer û hêzên xebatkar ên akincî li Kobanê di hemberî vê êrîşa hovane de, dest dane bergiriyeke cesûrane, û di şerekî ne beramber de, bi îmkanatên herî kêm berevaniyê ji beşek ji xak û xelkê Kurdistanê dikin.

Hevdem di gel vê, daxwaza me ji civaka cîhanî eva ye ku bi hawara xelkê Kobanê de herin, her di vê derheqê de jî em daxwazê ji xelkê mafxwaz ê Kurdistanê dikin ku herwek di derbazbûyî de alîkarê beşên Kurdistanê bûn di demên lêqewmanê de, vê care jî bi helwesteke neteweyî ji riyên guncaw, nerizayetiya xwe di hemberî van serkutan eşkere bikin, û piştevaniyê ji daxwaziyên xelkê Kobanê bikin.

Herwisa hewce ye ku Kurdên derveyî welat erkên xwe yên neteweyî û nîştimanî bi cî bînin, û bi meşên nerazîbûnê bi awayên cur bi cur, hem piştevaniya xwe ji xelkê Kobanê eşkere bikin, û hem jî bibin sedema piştgiriya civaka navneteweyî ji xelkê Kobanê.

Di vê derheqê de nabe em ji bîr bikin ku Komara Îslamiya Îranê jî tu ferq û cudahiyek di gel DAÎŞ’ê nine, û bi sala ye ku xelkê Kurdistanê serkut dike, û di vê qonaxê de dixwaze ku bîrûraya xelkê bixapîne, û wisa nîşan bide ku dostê Kurd û dijminê terorîstên DAÎŞ’ê ye, di demekê de pêkhatina vê rewşê bi sedema destêwerdanên Komara Îslamiya Îranê di Sûriyê de, û piştevanîkirina wê ji rejîma Beşar Esed û terorîstên din di herêmê de bû, lewra dibe Komara Îslamiya Îranê jî her wek girûpa DAÎŞ’ê û terorîstên din bê şermezarkirin.

Serkevtin bo gelê me û neman bo terorîstan û terorîstperweran
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

16.07.1393
08.10.2014