Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya hevpar a PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê

16:55 - 22 Tebax 2012

Kurdidstanmedia: PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de wajokirina rêkkevtinnameyekê jialiyê Sekreterên her du aliyan ve eşkere kirin.

Deqa daxuyaniyê bi wî awayî ye:

Di dirêjiya hevdîtin û civînên navbera PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, ji bo bas û şorove û nirxandina pirsên girîng ên dever û pêwendîdar bi pirsa Îranê bi giştî û Kurdistanê bitaybetî, herweha di dirêjiya basan de ji bo gelalekirina rêkkevtinnameyek hevpar ji bo alîkarî û hevdengî di navbera wan de ku heyamek bû ji aliyê heyeta raspartî a her du aliyan ve hewil dihat dayîn, roja Sêşemî berwar 21’ê Tebaxa 2012’an, heyetek rêberiya her du aliyan li binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê bi serperestiya birêz “Ebdulla Muitedî” Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgêzên Zehmetkêş ên Kurditsan Îranê û birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê jihev civiyan.
Her du heyetan di rûniştinaek 5 demjimêrî de tevî bas ji pirsên girîng, rewşa Îran, dever û Kurditanê, basên berê li ser gelaleya rêkkevtinnameyê ji bo alîkariya navbera wan du aliyan de berdewam kirin û bi vî awayî pêvajoya han gîjandin akama dawî û rêkkevtinname ji aliyê birêz “Mistefa Hicrî” û birê “Ebdulla Muitedî” ve hat wajokirin.
Her du aliyan hêvî xwastin ku naveroka wê rêkkevtinnameyê qada alîkariyên berfirehtir di navbera hêzên siyasî ên Kurditana Îranê de xweş bike.
Partiya Demokrat a Kurditana Îranê

Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurditana Îranê

21’ê Tebaxa 2012’an


Deqa rêkkevtinnameyê dihê belavkirin û piştî xwendina rêkkevtinnameyê, got û bêjên her du Sekreteran wê bihê belavkirin.