Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Kongireya 15’mîn a PDK Îran’ê

19:34 - 8 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanamedia: Komîteya Navendî a PDK Îran’ê bi henceta dawîbûna Kongereya 15’mîn a Partiyê daxuyaniyek belav kir.

Hemwelatiyê rêzdar!
Xelkên Azîdaxwaze Kurdistanê!


Kongireya 15’mîn a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê, roja Şembê, 30’ê a 2012’an Îlonê bi beşdariya Endamên Kongireyê û hijmarek berçav ji Mêvanan dest bi karê xwe kir. Kongirey bi awayek asayî û di rewşek Demokratîk de û li gor pêreva navxwe a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê bi rêve ço.
Di rê û resma li darxistina Kongireya 15’mîn a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê de ku ji aliyê hijmêryar “Riza Xeyatî” ve hate dest pêkirin piştî pêşkeşkirina rapora Komîteya Navendî, kekê Mistefa Hicrî pêşniyara hilbijartina navê Dr. Sadiq Şerefkendî ji bo Kongireyê û duruşma “Hewldan Bo yekrîzî Di Pêxema Serkeftinê De” kir ku ji aliyê Endamên Kongireyê ve hate pejirandin.
Di Rojên bi rêve çoyîna Kongireya 15’amîn a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê de rapora Komîteya Navendî derkete holê û di rewşek Demokratîk de bahs û got û bêj li wê raporê hatinekirin û piştî bahskirina li ser wê raporê di Sê rojan de, ji aliyê Kongireyê ve hate pejirandin.
Rapora Komîteya Navendî zêdebarî bahsa li ser siyaseta Cîhanê û rewşa gunartiye Cîhanê û bi xasmanî herêmê ketine ber basê û bas ji karîgerî û bandorên wan siyasetan li ser Rojhilata Navîn hatibûkirin û tê de bas li guherînên Afrîkaya Başûrîn û Rajhilata Navîn kirin û hategotin ku tevgerên herifandina Dîktatoran dest pê kirine.
Di parek din ji rapora Komîteya Navendî a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê de zêdebarî bahs li ser rewşa Siyasî û Civakî û Çandiye Îranê bas ji lawaziya Rejîma Komara Islamiya Îranê hatekirin û rexne ji Opozîsyona Rejîmê jî hatekirin ku nekariye hevdeng û hevgirtî be û hategotin ku divê çalakiyên di wê pêxemê de zaftir bibin.

Piştî wê basa raporê li ser Cîhan û Îranê bas li ser rewşa Kurd û Kurdistanê hatekirin û hêviya viya hatekirin ku di rewşa siyasiya Kurdan bi cihek baş biçe.
Piştî bahsa li ser rapora Komîteya Navendî, di rewşek Demokratîk û Îroyîn de rexne ji rêberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê û kar û barên partiyê û her wisa astengan hatekirin û pêşniyar jî di pêxema çareseriya wan de derketine holê.
Pişt re bas li ser Bername û pêreva Hindirîn a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê dest pê kir û Endamên Kongireyê bi awayekî çalakane beşdarî di pêşvebirin û rewşa çaksazîxwazane ji bo Esasname û bernameya Partiyê kirin û piştî çend rojan xebata berdewam, Pêreva hindirîn a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê ji aliyê Kongireyê hate pejirandin.
Di beşek din de, Komîsyonên Peyam, Sikala û Biryaran, raporên xwe dan û biryarên rasipartî ji aliyê Kongireyê ve hatine pejirandin.
Hêjayê bas e ku di navberî parên Kongireyê de peyamên gelek ji Partî û Sazî û Kesayetiyê siyasî ku ji bo bi dawîbûna cejna Kongireyê gehîştibûne Kongireyê, hatine pêşeşkirin.
Xalek din a berçav ku di wê kongireyê de hebû, beşdariya hijmarek berçav ji kesayetiyên siyasî û çalakên wê warê de û şarezayên siyasî bû ku di Kongireya Dr. Sadiq Şerefkendî de ji pêşniyarên wan mifah hatewergirtin.
Beşa dawîn a Kongireya 15’mîn a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê berbihêrkirina Rêberiya Partiyê bû ku hijmarek berçav ji endamên Kongireyê xwe ji bo rêberiya PDK Îarn’ê kandîd kiribûn ku di encam de di rewşek Demokratîk û azad de bebijartin hatekirin û 8 kes ji bo rêberiya derveyî welat û 25 kes jî li kurdistanê weke endamên rêberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê hatine bijartin û erkên meşandina siyaseta pejirandî ji aliyê Kongireyê ve wergirtin. Di roja dawîn a Kongireyê de Komîteya Navendî, di Yekemîn Pilonoma xwe de Heval “Mistefa Hicrî” weke Sekreterê Giştî ê Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê bijart.
Hemwelatiyên Hêja!

Kongireya 15’amîn a PDK Îran’ê di rewşek hestyar û geşbîn bi bûyer û guhatinan bi rêve ço û digel çîhevkirina rewşa Îro, dilxweş bi piştgiriya xelkê Kurdistanê li Partiya xweştewî, Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê, tekez li ser erka Demokratîk û Netewî û meşa xebatgêrane kir û peyama hevgirtîbûn û yekrefiyê arasteya sazî û aliyên siyasiyên Kurdistan û Îranê kirin û Komîteya Navendiya Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê a Kongireyek wisa, zêdebarî tekez li ser Pirensîpên Newetî û demokratîk, bi erka ser milên xwe dizane ku di pêxema bi destxistina armanca neteweyîye Kurd û Neteweyên Îranê yên din xebatên zaftir bike û pêngavan jê re hilde û peyama soz û wefadariyê ji malbatên şehîdan û Girtiyên siyasiye Kurd û gişt Girtiyên siyasiye Îranê û her wisa peyama pîrozbayiya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê ji hemû şûnên Cîhanê hatine vexwandin.


Yekref û qahîmtir be refa xebatgêrên Kurd
Serkeftin ji bo azadîxwazên Îranê
Neman ji Komara Islamiya Îranê re

Komîteya Navendiya Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê
8’ê Çiriya Pêşîn a sala 2012’an