Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya YJDKÎ derheq bi rûderûbûna hêzên pêşmergeyên Kurdistanê tev terorîstên DAÎŞ’ê

17:03 - 7 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê piştîwaniya xwe ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û parîzgarî kirin ji axa Kurdistanê ragehand.

Deqa daxuyaniyê bi wî awayê ye:

Hevniştîmaniyên hêja!
Endaman, alîgirên Yeketiya Jinan!
Jinên nîştemanperwer ên Kurdistanê!
Demeke hêzên pêşmerge tûşî şerekî nexwazyar bûne û dîsan dijmin dixwaze destdirêjiya bike ser xak û nîştimana me.

Jinên Kurd, bi dirêjahiya dîrokê di hemû tevgereke taybet de îsbat kiriye ku hêzekî yarîder û piştîwan bûye bo parastina axa nîştemanê.

Em weke Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, amadyiya xwe bo hemû cure piştîwanî kirinek ji pêşmergên Kurdistanê radigehînîn.

Hêvîdarîn ew rewşa bi berjewendiya Kurd û Kurdistanê bi dawî bê.

Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê
Rêveberiya Giştî
16. 5. 1393’an a Rojî
5. 9. 2014’an a Zayînî