Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaz bo guherîna navê şeqama Simkoyê Şikak, yan derswergirtin ji rastiyên dîrokê?! Beşa 1

14:50 - 13 Çirriya paşîn 2013

N: Mihemed Salih Qadirî

Herwekî em dizanin dîrok zanisteke girîng e ku bi sedema vê zanistê ve em dikarin ronahiyê bêxne ser bûyerên derbazbûyî û bi dîtina aliyên kartêker û bi bandor ên pêwendîdar bi her yek ji wan bûyeran, şirove û nirxandinên rastîn li ser bikin, û bi mifahwergirtin ji encamên wan nirxandinan nexşe rêya pêşerojê jî diyarî bikin. Herwusa eva em vê yekê jî dizanin ku her yek ji wan bûyeran bi berhevdana tevî rewşa taybet bi xwe bi awayekî pêwendî bi sedemên cuda cuda ve heye ku bandora her yek ji wan bi awayekî rasterast yan ne rasterast bandorê li ser çêkirina wan bûyeran dadinê.

Hekî waye dîrok xedrê ji tu kesî nake, belkî eva ew xelk in ku xedrê ji dîroka xwe dikin ku nekarîne bi mentiqeke serdemiyane mifahê ji vê zanista girîng wergirin û aliyên bi hêz û lawaz ên derbazbûyî ên xwe bikne mînaka rêbaza ber bi pêşveçûna pêşeroja xwe, û rêya rastîn nîşanî nifşa nû bidin. Mixabin zaf car hatiye dîtin ku hin xelk bi liberçavnegirtina pêverên zanistî ên dîrokê û piştgirêdana bi soz û demargirjiyên olî û neteweyî û...hwd bûne sedema pêkhatina bûyer û karesatên mezin li ser çarenivîsa xwe û derdora xwe.

Yek ji wan bûyerên hestiyar û bi arîşe, ku di dîroka hevçerx a bizava kurdistana Rojhilat de bandoreke nîgatîv li pey xwe bi cih hêlaye, û pêdivî bi şirovekirin û şîretwergirtinê ye, kuştina rêberê olî ên Asoriyan bi navê Bonyamîn Marşîmon ji aliyê Simkoyê şikak ve ye. Ji bo vê ku em bikarin li ser vê mijarê berçavrohniyekê bêxne ber çavên xwendevanan, pêdivî bi çûna bo nav kûrahiya nêzîkî sed sal berî niha û berhevdana rewşa wê demê heye.

Di dawiya sedsala 19’an de, tevî destpêkirina hizra şandina Misyonên Rojavayî bo deverên mezopotamya û Rojhelata Navîn ji aliyê welatên wekî Birîtanya, Feranse, Amerîka û Îtalya, bi merema reh û rîşeavêtin, û xwe xişikandina bo nav wan deveran ku di bin desthilata Osmaniyan û Îraniyan de bûye, êdî çarenivîsa Asoriyan û Mesîhiyan wek kartekê bi kar hatiye, û bo meremên siyasî û bo berjewendiyên welatên biyanî ketine nava mij û dûmaneke tarî, û tûşî gellek rojreşî, çewsandinên olî û neteweyî û civakî bûn. Gundên wan û dêrên wan hatin kawil û wêrankirin, û bi awayekî kom xelkê wan hatne kuştin û derbider bûn, û tevî netewên cuda ên deverê wekî Turk, Kurd û Azerî binaxe û xîmê nakokî û şer û dijminatiyê darêtine. Ku mixabin ev dijayetîkirina Asoriyan ku bi handan û tûjkirina Misyonan bûye, ji şoreşa Bedirxaniyan di sala 1843’an de dest pêdike û di şoreşa Simkoyê Şikak û kuştina Marşîmon rêberê olî yê Asoriyan di sala 1918’an de bi dawî tê.

Berî hatina Misyonên Ewropayî, pêwendiya di navbera Kurd û Asorî wekî du neteweyên bindest û cînar ku xwediyê dîrokeke kevn, û dûr û dirêj a bihevre jiyanê di deverê de bûne, bi qasekê baş bûye ku serbarê cudahiya olî û neteweyî tevî hevdu, zaf caran li dijî êrîşên biyaniyan di eniyekê de şer dikirin, û hertim di nava bi hevre jiyaneke aştiyane û alîkariya bi hevdu re bûne. Bo mînak veşartina Asoriyan ji aliyê Kurdan ve di dema êrîşên Turkan û berevajî veşartina Şêx Ebdulselamê Barzanî ji aliyê Asoriyan ve, ku bi sedema êrîşên Turkan devera Barzanê bi cî hêlabû û di nava Asoriyan de xwe girtibû. Lê piştî hatina wan Misyonên Ewropayî, di destpêka şerê yekemîn ê cîhanî de, ku bi berçav bo karê baş û gehandina peyama pîroz ya Mesîh û xodaperestiyê hatibûn şandin, lê di bin de bi merema siyasî mijûlî çêkirina natebahiyê û pêkanîna şer û berdane canê hev ên gelên deverê bi Kurd û Asorî û Turkan bûn. Merema Ewropahiyan ji vî karî, nexşeriya parvekirinê piştî hiloşîna Împiratora Osmaniyan û lawazkirina desthilata Îraniyan û xweşkirina cîpêyên xwe di deverê de bûye.

Bo vê meremê jî ji rêya wan Misyonan ve dest kirine bi handan û tûjkirina Asoriyan û Ermeniyan. Hezkirina Asoriyan û Ermeniyan ku kêmaniyên olî ên xeyrî Musilman ên deverê bûn, bo xwe rizgarkirina ji destê du desthilatên Musilman ên Sunî ên Turk û Şîe yên Îranê û damezrandina dewleteke serbixwe li ser axa kurdistanê bi piştgiriya Rosiyan di piratîkê de hatiye cî bi cî kirin.Di sala 1915’an de piştî sefera Marşîmon bo Bitlîsê û wergirtina sozên Rosiyan bo damezrandina dewleteke serbixwe bo Asoriyan li hemberî alîkariya Asoriyan tevî bereya hevpêyman li dijî Osmaniyan, ku merema Rosiyan eva bû ku Asorî û Ermeniyan wekî mertala şer li dijî Osmaniyan bi kar bînin, di vê demê de êdî bi kiryar em dibînin ku Asorî çarenivîsa xwe bi Rosiyan ve girê didin, û dibine karta lîstika pîlan û berjewendiyên superhêzan, lewra di salên piştre tûşî gellek bêçareyî û rojreşiyên cubrannekirî hatin û di dawiyê de jî, Rosiyan tu tişt ji bo wan nekirin û pişta wan jî berdan.

Di sala 1915’an de piştî vê ku sipaha Rosî di nava Kurdistana Turkiyê de pêşrewî kirin, Asoriyên devera Hekarî li dijî Turkan rabûn û piştî têkşikana wan bi destê Turkan, bi perîşebûn û aloziyeke zaf ve hewara xwe bo devera bin desthilata Rosiyan wate aliyê Rojhilata Kurdistanê ya di bin destê Îranê de anîn, û li bajarên Xoyê, Selmas û Urmiyê akincî bûn û ji aliyekî din ve qat û qirî û perîşaniya xelkê deverê ku bi sedema şerê yekemîn yê cîhanî ve pêsîr û beroka wan girtibû, Asorî jî bi nifûseke zêdetir ji sed hezar kesî û bi birçîbûna xwe bûne serbarê kurdên hejar û desteng. Piştre bi hezaran kesî ji Asoriyên penaper çûne nava refên leşkerê Rosî û rahênan û meşqa leşkerî dîtine û çek hilgirtine û bi fermana axa Pêtros di dema şerê yekemîn ê cîhanî de tevî Rosiyan serbarê zext û givaşê, kuştareke bêrehmane ji xelkê deverên Erzrom, Bitlîs, Bayezîd, Wan, Urmiye, Selmas û Sablaxê kirine û kurdistan tûşî wêranî û rojreşiyeke mezin kirine û bona tolhildana kuştara Ermeniyan bi destê Osmaniyan, xelkê Asorî bi dehan hezar kesî ji Kurdên Rojhelat û Azeriyên Şîe mezheb ên akinciyên vê deverê, kuştine.

Dom heye...