Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî a PDKÎ derheq koça dawiyê ya Îsmaîl Axa Îlxanîzade peyameke sersaxiyê belav kir

22:02 - 23 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya koça dawiyê ya Hacî Îsmaîl Axa Îlxanîzade yek ji wezîrên Komara Kurdistanê û yadgarekî Komara Kurdistanê peyameke sersaxiyê belav kir.

Deqa peyama sersaxiyê:

Peyama sersaxiyê ya PDKÎ derheq koça dawiyê ya Simayîl Axayê Îlxanîzade

Mixabin em hatin agehdarkirin ku kesayetiyê naskirî ê melbenda Mokiryan û Wezîrê Veguhastinê yê serdema Komara Kurdistanê, Simayîl Axa Îlxanîzade koça dawiyê kir.

Di vê derheqê de em sersaxiyê dibêjne hemû xelkê Kurdistanê, û bi taybetî malbata rêzdar a Îlxanîzade û xwe hevparê xemên wan dizanin.

Riha wî şad be

PDKÎ

03.03.1395
23.05.2016