Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan çalakên Ereb ji aliyê hêzên Îtila’ata rejîma Îranê ve hatin destbiserkirin

20:35 - 24 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Hêzên Îtila’ata rejîma Îranê li bajarên Ehwaz û Şûşê zêdetir ji 40 çalakên Ereb destbiser kirin, û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gora rapora ku gihîştiye Kurdistanmedia, çalakên mafên mirovan li Ehwazê dibêjin ku: “Di heyama rojên Muheremê de, hêzên Îtila’ata rejîma Îranêli du bajarêb Şûş û Ehwazê de, zêdetir ji 40 kes ji çalakên Ereb ên Ehwazê destbiser kirine.

Li gora gotina çalakên mafên mirovan ên Erebên Ehwazê, Muhsin Ke’bî temen 21 sal, kurê Elî û xelkê bajarê Şûşê, ji aliyê hêzên Îtila’ata rejîma Îranê hatiye girtin, û heya niha jî malbata navbirî tu zanyariyek li ser wî tuneye. Çendîn hevwelatiyên din jî digel navbirî hatine girtin ku nasnameya wan nediyar e.

Di rapora çalakên mafên mirovan de hatiye ku di herêma Şawur li ser riya Ehwaz bo Şûşê çendîn Erebên Sunî meseb hatine girtin, ku di nav wan Ebdullah Ke’bî kurê Ebas, û birayê wî bi nave Hesen Ke’bî û herwisa Ehmed kurê Basit tê xûyakirin.
Di doma vê raporê de hatiye ku di herêma Şu’eybe li ser riya Ehwaz bo Şûşter, Faris Ke’bî kurê Casim temen 23 sal, ji aliyê hêzên Îtila’ata rejîma Îranê hatiye girtin, û di dema girtinê de, li ber çavên malbata dest kirine bi lêdana Faris û bêhurmetî pê kirine.

Herwiha roja Pêncşemiyê 30’ê Çiriya Pêşîn, li devera Melîşa nêzîk Ehwazê, Elî Eyaşî (Temîmî) temen 23 salî kurê Salih, ji aliyê hêzên Îtila’ata rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemiyê Tarîq Elheyaî yek ji çalakvanên ferhengî, û xwendekarê çiqa dîrok a zanîngeha bajarê Şûşter, ku xelkê Elhayî (Qel’êyê Şehr) li bakûra Ehwazê bû, ji aliyê hêzên Îtila’ata rejîmê ve hatibû binçavkirin, û li gorî gotina çavkaniyeke haydar, hêzên Îtila’atê û hêzên ewlehiyê, û hêzên cilikşexsî ên rejîmê, êrîşî ser devera “Kut Elnevasr” kirine,û çendîn çalakvanên sunî meseb binçav kirine.

Ji aliyekî din ve, Xeyrullah Mensûrî temen 25 sal û Husên Sîlavî temen 24 sal ji aliyê hêzên Îtila’ata bajarê Ehwazê ve hatine binçavkirin. Ev du çalakvanên Ereb, xelkê “Kuyê Melaşiyê” ya derdora Ehwazê ne.

Çalakvanên mafên mirov yên bajarê Ehwazê ragehandine ku, “ev girtinên bi kom, bi bê haydarkirin û bi bê vê yekê ku hukmê dadwer nîşana wan û malbatên wan bidin, bûye, û berpirsên qezayî ti zanyariyekê li ser sedema binçavkirin û çarenivîsa wan du girtiyan nadine malbatên wan.