Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan hiktar ji daristanên Hewramanê di agir de şewitîn

16:19 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Daristan û rêlên çemê “Şamyan” yê ser bi “Jawaro”a Hewramanê hatine şewitandin û dûkelê esmanê deverê dagirtiye.


Li gor nûçeyê gihîşîtî malpera kurdistanmedia, heyamê çend rojan e daristanên devera Hewramanê hatine şewitandin û bi sedan hiktar ji daristan û rêlên çemê “Şamyan” li devera Jawaro şewitîn.
Li gor raporê, agirê han bi qasekê xurt bûye ku dûkelek zêde esmanê deverê dabigre û nefeskêşana hevwelatiyan zehmet bike.
Esmanê bajarokê “Biyekere” ku li ser riya Sine – Merîwan û çend lîkometriya cihê agirketinê hilkevtiye, bi tem û dûkelk reş hatiye nixavtin.
Li gor gotina hevwelatiyek devra Hewaramanê, rejîma Îranê li hember agirketina daristanên Kurdistanê berpirsyar e û gotiye: Rejîma Îranêl bi taybeyî Sipaha Pasdaran îsal bi awayek berdewam pêtir ji salên derbasbûyî mîna stratîjiyekê daristanan dişewitîne.