Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dêhluran di germê û nebûna elektirîkê de dinale, Ciwanro di pirsgirêka bêaviyê de

23:00 - 27 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Germa servey 50 derece û qutbûna berdewam a elektirîkê ji xelkê bajarê Dêhloranê re pirsgirêk pêaniye û nerazîtiya xelkê wê deverê heya niha bê bersiv bûye.
Li gor nûçeyê nûçegihaniya “Mêhr”, germa servey 50 derece a werza Havînê di bajarê “Dêhloran”a ser bi Parêzgeha Îlamê li Kurdistana Îranê de bûye seba vê yekê ku xelk ji bo xwederbaskirin ji germa zêde, pena bibin ber alavên hûnkirinê, lê mixabin rewşa nebaş a elektirîkê di hin deverên wî bajarî de pirsgirêkên zêde ji xelkê re pêkaniye.
Hevwelatiyek Dêhloranê dibêje: Seba pirsgirêkên elektirîkê alavên hûnkirinê bêkêr bûne û herweha pirraniya wan alavan jî di dema qutbûna beredewam a elektirîkê tûşî xesaran bûne.
Bi gotina hevwelatiyek din yê wê deverê, heyamê du salan e ku daxwaznameyek di pêwendî li gel pirsgirêka elektirîkê ji Fermandariya Dêhloranê re hatiye şandin, lê heya niha tu bersifek nehatiye dayîn.
Rewşa han di halekê de ye ku germa îsal di destpêka Havînê de li Dêhloranê gihîştiye servey 50 derece û germa han jî zêdebarî pirsgirêkên alavên hûnkirinê, xesarên saxlemiyê jî pêk anîne ku hin caramn digîje rewşek pirr xerab.
Bajarê Dêhloranê devera herî Başûr a Kurdistana Îranê li Parêzgeha Îlamê ye ku li gel Îraqê hevsînor e.
Ciwanro li derdê bêaviyê dinale

Tevî kimkirina nîva mesrefa avê ji aliyê xelkê seba amancdarkirina yaraneyan, lê dîsan ava bajarê Ciwanroyê li gor hewcehiya xelkê nine.

1424.jpg


Seyd Şihab Husênî, Serokê Kar û Barên Av û Jêravên bajarê Ciwanroyê dibêje: Bi giştî ji 203 lîtr av di çirkeyê de, 126 lîtr ji mesrefa akinyên bajar re dimîne ku bi liberçavgitina zêdebûna akinciyan, hişksalî û kêmaviyê, rêjeya han pirr kim e.
Navbirî dibêje: Bajraê Ciwanroyê li parêzgeha Kirmaşanê di warê mesrefa avê di pileya duyem de ye.
Li gor gotina wî berpirsî, tevî 50 ji sedî kimkirina mesrefa avê seba armancdarkirina yaraneyan, hêşta akinciyên Ciwanroyê berbi rûyê pirsgirêkên avê bûne.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê