Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê nade

12:57 - 6 Hezîran 2021

Kerîm Perwîzî

Mirov bi reftar û têgihîştinên wî/wê tê nasîn û ew wek canjiberek taybet û cuda tê pênasekirin. Dema ku jîn û cîhana vejîna wî/wê pêk hatiye ji bikaranîna vize û meşiyan, geşe û di dawî de mirin, êdî tev canjiberên xwedî jîn wek hev têne nasîn û di wê warê de renge mirov û taya giyeyekê cudahiyek tine bin, lê ya ku mirov ji hemû canjiberan cuda dike, ev jîne ye ku tê de famkirin tê gorê û ev famkirine dibe bi reftar û ev jî jînê dike bi jiyan!

Nîşandan reftar, hemû demekê pêk nayê ji bidestvegirtina çekekê û li rûbirûyê hemberê xwe bisekîne, hemû demekê jî pêk nayê ji hesta tolhildanê ku wekî kînekê di hundirê wî/wê de bimîne ku axo dê di salên bê de derfetek çê dibe ku tole xw hilde!

Di dinyaya modern de tiştek hatiye afirandin ku tu reftara xwe pê nîşan didî û çek jî nîne da ku tu can bistînî û hesteke hundirî jî nîne heta ku bi destê nexuya bispêrî û di salên nexuya de şûnwarê wê derkeve, belkî şêwazeke modern e ku demûdest reftara xwe pê nîşan didî û ev jî deng e!

Dengdan, an di proseyeke demokratîk a hilbijartinê de, beşdarîkirin û dengdan bi kesek cihê bawerê, reftarek îroyî ye ku ne tenê mirov ji canjiberên din cuda dike, belkî mirov di qonaxên berê modern û piştî modern de jî cuda dike.

Lê her bi vê astê jî sîstema hilbijartinê ku demokratîk be, sîstemek ji sîstema mirovî û îroyî ye digel sîstemê dijemirovî an paremayî û sedeya naverast cuda dike.

Dengdan di niha de, pêk hatiye ji nîşandana reftar, û reftara mirovî jî bi zimanê îroyî nîşandan hundirê mirovan e, û di rastî de nîşanderê kiramet û nasname û famkirina mirov e ku çi dike û çi dixwaze û çi pê baş e.

Eva ku sîstema “Wîlayeta Feqîh” piştî zêdetir ji çar dehikan tawan afirandin û mirovkujî, bi wan hemû ezmûnên henekkirin bi hest û seha mirovan di Îranê de, hêşta dixwaze senariyoya hilbijartinê bi rê ve bibe, rast bi vê watayê ye ku dibêje, rojane bi xulek û çirkeyan zilmê li we dikim û kirameta we ya mirovî binpê dikim û di heman demê de jî, dixwazim li ser sindoqên direwîn ên dengdanê amade bin.

Di sîstemên wiha de ku mirov li cem wê tenê û tenê bo pirkirina salonên şanoya wê ye û wan hemûyan wek canjiberên bê deng dibîne ku “Weliyê Feqîh” divê bo wan biryar bide û rêyên pêşkevtina wan bigre, beşdarîkirin di şanogeriyên wê de, yarmetîder e bi berdewamiya tev dirindeyî û tawanbarên wê.

Deng û dengdan, nasînerê reftar û hundirê mirovan e û di rastî de deng, binyata kirameta mirov e ku dixe nav berîka sitemkar û dîktatoran an ne? Kurdistan dehan sal e bi wê rejîmê gotiye “NA” û di wê şanogeriyê de jî em bi hev re dibêjin kirameta netewî û miroviya me gelek ji vê yekê bilindtir ku destê sîstema Wîlayeta Feqîh bigihîje bejna wê û Kurdistan dengê nade.