Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa axavtina Kak Kerîm Perwîzî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ di rêûresma 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ de

23:19 - 22 Tebax 2017

Hevalên rêzdar!

Ev dema we baş.

Silaveke germ di vê hewayê germ de, li we rêzdaran.


Bi xêr bên bo civîn û rêûresma vê carê a me, ku yad û bîra avakirina hizba me ya hezkirî ye. Di rojekî weha de, em li dewra hev kom bûne, ku roja şahî û kêfxweşiyê ye.

Xweşî bi boneya avakirina hizbeke weha şoreşger û mezin, ku 72 sal e bê rawestiyan, bê koldan berdewam e li ser riya xebata xwe.

Di 25`ê Gelawêja 72 salan berî niha de, PDKÎ tê avakirin. Ew jî li ser bingeha teşkîlata “Komeleya J-K”, bi vê rêberatiyê ve, bi van kesayetiyan ve, bi van têkoşeran ve, ku rêbazeke şoreşgerane ya nû ava kirin, û li ser vê bingehê û bi hizra bihêz ya Pêşewayê nemir PDKÎ tê avakirin. PDKÎ 72 salan berî niha di çi rewşekê de tê avakirin. Tenê hejmara heft dehikan berî niha, têrê nake bona vê ku em bizanin pêştir rewş çawa bûye, dema ku bilez em awirekê li wê demê didin, ku PDKÎ tê de hatiye avakirin, em dibînin ku 72 salan berî niha, cîhan wê demê taze ji şerê duyem ê cîhanî xilas bibû, ew şerê ku faşîzmê dixwast dest bi ser dinyayê de bigre, li hemberî wê de jî, li hemberî faşîzmê de, azadîxwaziyê û bereya azadîxwazan xweragirî kiribû, û bereya faşîzmê xistibû qedeman, lê ew tenê serûbendê lawaziya leşkerî ya faşîzmê bû, faşîzmê dixwast ku dest bi ser tewahiya cîhanê de bigre, û sivikatiyê bi tewahiya neteweyên cîhanê bike, û tenê wê xwîn û wê nejadê ku bixwe bi baş dizane, bike axa û erbabê cîhanê.

Di navçeya Rojhilata Navîn de, sedan sal bû ku dîktatorî û zordariyê deshilatdarî dikir. Zordarî û serberedayî û binpêkirina keramet û mafê hemû mirovan merhema kultura sedan salî ya serberedayiyê bû, ku di Îranê de jî, li serveyî hemû serberedayî û zordariyan deshilateke serberedayî hakim bû, û di nava xelkê asayî de, di nava civakê de kultura eşîretî, kevneperestî û xanxanî û navçegeriyê zal bû, û di rewşeke weha de, li asta cîhan û navçeyê de, di nava xelkê de, hizbeke îroyîn, û modern û serdemiyane û li dijî kulturên heyî û bi bernameyeke îroyîn tê avakirin. Di vir de ye ku meznahiya PDKÎ û meznahiya wan kesan ku ew hizba û ew riya dest pê kirin, bo me eşkere dibe, ku PDKÎ dixwaze xelkê li dewra bîr û baweriyên xwe kom bike, û bingehên civakî û reh û rîşeya serhildana PDKÎ ji kuderê ve ye, bilez û bi kurtî emê îşarê pê bikin.

Girîngtir ji hemiyan nebûna azadiya mirovan bû di nava civakê de, û di nava pergala siyasî û civakî de, ku bi ser welatan de zal e, azadiya mirova tu watayeke wê nine. Belkû tenê sotemeniyek in ji bo xwestek û xerez û kîn û hezkirina zordarê zal.

Pirsa duyem, yan bingeha duyem, ku di civakê de hebûye, di sîstema welat de hebû, binpêkirina kerameta neteweyan e. Sîstema zordar ya wê demê tu mafekê ji neteweyên nav welat re naxwaze.

Ew tu neteweyekê bi fermî nas nake, belkû ew dixwaze neteweyeke destçêkirî ku dîroka wê hatiye çewtkirin, wekî neteweya Îranê bi nav bike, ew jî bi helandina hemû pênase û karakterên neteweyên din. Di wê serdemê de, neteweyeke destçêkirî, û memleketên mehrûse heya hikûmeta Paşatiyê hebûn, ku em dizanin wê demê çi cinayet hatin kirin, û çawa kerameta neteweyan binpê kir.

Ji aliyekî din ve bingeheke din ku reh û rîşe hebûye di wê serdemê de, û dibe sedemek bo serhildana hizbeke şoreşger, hewl û siyasetên hikûmetê ye bona helandina kulture û çewtkirina dîrokê û nasnameya neteweyan, û kultura neteweyan dihelîne, û wan wekî paremayî û berber û tênegihîştî û hov nav dibe, bona vê ku neteweya serdest tenê netewe bizane ku hêjayî deshilatdariyê be, û ew tenê xwe di neteweya serdest de dibînin, û wekî qebîle û wekî eşîre neteweyên din didin nasîn. Bingeheke din ya serhildana partiyeke şoreşger wekî PDKÎ nebûna dadperweriya civakî ye di nav civakê de, çi eva ku sîstema zal dixwaze zal bike, çi eva ku di nava civakê de heye, nebûna dadperweriya civakî ye. Nebûna derfeteke baş e bo jiyaneke asûde û mirovî, bo beşeke zaf ji civakê, û kerb û bêzariyê di hemberî jiyanê di civakê de pêk tîne. PDKÎ li ser van bingehan tê avakirin. Sedemek din ya avakirina PDKÎ zalbûna hizra eşîretî û navçegeriyê ye. PDKÎ dixwaze ku ji xêl û qebîle û navçeyê ve derbaz be bo aliyê netewe û demokratbûnê.

Ewên ku me bas kirin, bi kurtî hinek ji bingeh û reh û rîşeyên PDKÎ ne, ku di nava civakê de reh û rîşeya civakê ne, û hewce ye ku rêkxistinek, hizbik û organîzasiyonek pêk bê, û hewl bide bona çareseriya van reh û rîşeyan. Li ser vê bingehê ye, ku ronakbîr û têkoşerên Kurd li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed, bi rêbertiya wî, hizbeke modern û îroyîn û şoreşger ya Demokrat ava dikin, û bingeh û xîmê xwendingeha Demokrat ava dikin. Yekem kevirên wê, li ser erdê Kurdistanê tê danîn. Vê hizbê gelo di dirêjahiya dîroka xwe de, çawa siyaset kiriye, çi berhemek hebûye bo civakê, û rêbaza ku girtiye pêş, çi bûye, û şêwazên karkirina wê çawa bûye. Metoda xebatê kîjan in, û di pêxema çi de xebat kiriye, û çawa xebat kiriye?. Emê niha îşareyeke kurt û bilez bikin bi hinek ji metodên herî girîng ên karkirinê û rêbaza PDKÎ. A herî girîng ew e ku vê hizbê bawerî bi hêza xelkê heye, û li ser bingeha reh û rîşeyên civakî ên nava civaka Kurdistanê de tê avakirin.

Baweriyeke kûr jî bi hêza xelkê heye. Baweriya bi hêza xelkê ji sê aliyan ve. Yekem, baweriya bi hêza xelkê pêk tê ji vê ku PDKÎ girêdayî bi tu aliyekî ve nine, hizbeke serbixwe ye, û tenê ji xelkê xwe hêzê werdigre. Wate xebatê nake bo berjewendiya tu aliyekê din, û girêdayî nine bi aliyên din.

Gellek caran di dîroka PDKÎ de xebata PDKÎ girê dane bi biyaniyan, û wekî destçêkiriyê Soviyetê bi nav kirine, û xebata 1346-47`an ya PDKÎ girê dane bi hikûmeta wê demê ya Îraqê, ew jî li hemberî piştevaniya rejîma paşatiyê ji şoreşa Kurd li Başûr. Piştre xebata wê ya eşkere jî girê dane bi rejîma Be`is û bi rejîma Îraqê, û destpêkirina xebatê bi awayê îroyîn û cidîtir bi navê “Rasan”ê û “Rasana Rojhilat”, cardin girê dane bi cihekî din ve. Hemû jî bona çewtekarîkirina xebat û hêvî û armancên PDKÎ bûne.

PDKÎ di nava xewn û xeyalan de najî, di nava îdealên destneketî de najî, di nava teoriyên nav kitêban de najî, belkû bingeha kiryar û xebata wê, xebat û daxwaziya xelkê ye. PDKÎ li ser van bingehan siyaset û stratejiya xwe dadirêje, û teorî û îdealeke xeyalî danarêje, ku pêwendiya wê bi xelkê Kurdistanê ve nebe.

Baweriya bi hêza xelkê, ji aliyekî din ve jî tê vê wateyê ku hêza xwe ji xelkê werdigre, û xwe bi ser xelkê de nasepîne, û bi hêza çek û xwesepandinê kar nake. Di cihê xwesepandinê de guh dide daxwaziyên dilê xelkê xwe, û di pêxema armancên wan de tekoşînê dimeşîne. Parametreke din exlaq di siyasetê de ye. Gellek caran bo peçavtina firtûfêl û vir û derev û çewtekariyan dibêjin, siyaset bê dê û bav e, siyaset derevkirin e. Dibêjin ên ku derevên zêdetir bikin, di siyasetê de serkevtîtir in, lê PDKÎ baweriya wê bi derevan nine, bawerî bi exlaq di siyasetê de heye. Exlaq pêk tê ji vê çarçoveyê ku lihevkirineke siyasî û civakî li ser tê kirin, û ji dîtingeha PDKÎ ve, tiştekî pîroz nine ku tu nekarî destkarî bikî, û ji cihekî din ve hatibe anîn. Belkû bi lihevkirineke siyasî, û bi yasa bi norm çê dibe, û piştî lihevkirinê dibe ew hizb wefadar bin bi vê çarçoveya ku dadinên. Exlaq di PDKÎ de, tê vê wateyê.

Gellek caran PDKÎ di vê biyavê de nirx dane. Hekî exlaq di siyasetê de nebû, ew yek encama wê dibe eva ku, aliyekî oportonîst her rojê di himbêza aliyekî din de be, yan jî gellek bi sanahî ji hevkêşeyan tê avêtin. Gellek caran dibêjin şoreş nazik dibe, lê naqete, şoreşa PDKÎ jî ji ber ku exlaq di siyasetê de digel xelkê xwe û digel kadr û pêşmerge û endam û alîgirên xwe de berçav digre, renge nazik be, lê qet naqete. Faktereke din ya herî girîng di siyaseta PDKÎ de, dûrketin e ji dogmbûnê ve ber bi pêşwazîkirina ji afirandinê.

PDKÎ me bas kir ku ji heft dehikan berî niha ve, di qonaxên herî dijwar ên dîrokî de, riyeke nû û rêbazeke nû girte pêşiya xwe, ku digel normên carr ên civakê û navçeyê de cuda ye digre pêş, eva bingeh û bîr û kiryara PDKÎ ye, û metoda PDKÎ ye. Hizbek ku ji dogmbûnê bêzar e, qet xwe girê nade bi vê metoda ku renge rojekê di berjewendiya wê de bûbe, û di berjewendiya xelkê de bûbe, belkû berdewam bîr ji vê dike ku çi tiştek di berjewendiya xelkê de ye, û afirandin yek ji parametrên Demokratbûnê ye, ji Pêşewayê nemir ve bigre û li serveyî hemiyan Pêşewa û Qasimlo û Şerefkendî, û bi hezaran şehîdên din jî, ku di vê riyê de çûne, û jiyana xwe gorî kirine. Her ji yekem kevirê ku li Mehabadê hate danîn ve bigre heya niha, ku hewl dan hizbeke îroyî ava bikin, ew hizba bû koşk û telareke mezin û bixeml. Xwendingeha Demokrat xwendingeheke pirr ji şanazî ye, ku bi fikr û bawer û bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye avakirin. Ew xwendingeh bi awayekî takên nava civakê perwerde dike, ku bibin kesên xwedîbawer û amade bin cangorîtiyê bikin, di pêxema berjewendiyên bilind de.

Herwisa wan perwerde dike ku di pêxema gihîştina bi girava aram de ku heman azadî bo civakê ye, civakek ku bigihîje azadiyê û hewcehî bi vê neke ku nirxeke mezin wekî can jê re bihê dayîn.

Belku zarok bi azadî ji dayîk dibin, û bi kultura neteweyî û azad têne perwerdekirin, da ku bi aştî bijîn, û civak ber bi pêş ve here. Ji aliyekî din ve parametreke din di karê hizbî de ku gellek girîng e, şoreşgerbûn e. Bi vê watayê ku bi tu awayî sîstema zal qebûl nake, û dixwaze vê pergalê ji nav bibe û pergaleke nû bîne rojevê.

PDKÎ pêk tê ji vê hizba ku rêbazeke şoreşgerane bi dirêjahiya 72 salan heye, di pêxema berjewendiya giştî de, di pêxema armancan de. 72 salan berî niha PDKÎ Komara Kurdistanê ava kir, û gellek sembol û nîşan anîna nava kultura şoreş û xebatê de, û tenê tekoşerên Rojhilata Kurdistanê nebûn ku di vê xebatê de beşdar bûn, ji beşên din re ronakbîr û têkoşer û efser û xebatkar hatine û di Mehabada rûgeha Rojhilat de beşdarî tê de kirine, û wê demê PDKÎ ew wekî xanexwê zanîn, ne mêhvan. Wan jî her wisa xebat kirin û xwe mêhvan nedizanîn. Niha piştî 72 salan li Başûra Kurdistanê, di vê qonaxa hestiyar de,ew beşa ji nîştimana me dixwaze ku ber bi diyarîkirina qedera xwe ve here, û pêngaveke dîrokî hilgire.

PDKÎ di ragehandin û di lêdwan û gotinên xwe de piştevaniya xwe ji vê beşa Kurdistanê eşker kiriye. Di vir de tevî dubarekirina piştevaniya PDKÎ ji vê pêngava wan, hewce ye ku em tiştekî din jî bi bîr bînin, ku ew jî ew e ku hekî rejîma Îranê gefan li vê beşa Kurdistanê dixwe, û rêber û hizb û aliyên siyasî jî nîgeran dibin, û ew yek û ew nîgeraniya di warê siyasî de lojîkane be, lê dibe bizanin ku li hemberî gefên wan de eva xelkê Rojhilata Kurdistanê, piştevaniya wan dikin ji Makû ve heya Îlamê. Xelk di Rojhilata Kurdistanê de, hêvî dikin ku beşeke din ji nîştimana wan bibe xwediyê dewleta xwe ya serbixwe.

Xelkê Kurdistana Rojhilat di dema Enfalê û di dema koçberbûna milyonî selimandin ku eva ew in ku malên xwe bi wan re parve kirin, û pariyên ser sivka xwe digel wan parve kirin, wê demê ku Komara Îslamî li dijî federaliyê li Başûra Kurdistanê bû, eva xelkê Rojhilata nîştiman bûn ku kêfxweşî dikirin, û şahî û govend digirtin.

Niha jî hewce ye ku Xelkê vê beşa Kurdistanê, piştevaniya xelkê Rojhilata Kurdistanê ji bîr nekin, û bizanin ku neteweya wan li pişta wan e.

Serbarê vê ku niha Spaha Pasdaran digel hemû hêzên din ên terorîstî di nava karûbarên navçê de destêwerdanê dike û têkderiyê dike, lê bi xwe hêdî-hêdî di nava vê qofiyê de diçe xwar, û rewşa wê şepirze û aloztir dibe, û hemû aliyek lê didin.

Di heman demê de jî xebata Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, bi hemû kêmasiyên xwe ve, li ser bingeha metodeke nû ji xebatê û bi îradeyeke qahîm ve ji bo gihîştina bi armancên gel têkoşînê dike.

Rasana Rojhilat qonaxeke nû ji xebatê ye, ku mifahê werdigre ji ezmûn û cerbeya 72 salan xebata xwe, û niha dixwaze riyeke nû ji xebatê bigre pêşiya xwe, ku heman pêkvegirêdana xebata çiya û bajar e.

Xebata çiya û bajar pêk tê ji baweriya bi hêza xelkê, û bawermendbûna bi hebûna exlaq di siyasetê de, û şoreşgerbûna PDKÎ. Di rastî de ew nirxên ku di heyama van 72 salan de hatine dan, nahêne gotin. Dilekutkê û stresa endamekî Rêkxistina Nihênî (nepenî), ku li ser dîwarekî Kurdistanê diruşmeke şoreşgerane dinivîse, û tiraktan belav dike, da ku di vê rewşa tund ya emniyetî û leşkerî de, ku caş û pasdarên rejîmê bi ser Kurdistanê de pêk anîne, bêje û biselimîne ku tendûra şoreşê her germ û bitêhn e, bi ziman nahê gotin.

Pêşmergeyek ku di nav çiya û dolên Kurdistanê de, bi çendîn demjimêran hem xwe ji dijmin vedişêre, û hem jî li pey dilopeke avê digere, da ku lêvên xwe pê ter bike, bi ziman nahê gotin. Ew ciwanên welat ku tevlî refên PDKÎ dibin û bi salan ji temenê xwe di riya PDKÎ de gorî dikin, bi ziman nahê gotin.

Ew endma û alîgirên PDKÎ ku pariyê ser sivka (sifreya) xwe dixin ser dahata şoreşê, û azarê dikêşin, bi zimanê nahê baskirin. Hêvî û baweriya wan girtiyên siyasî û wan têkoşerên Demokrat ku bi destê kirêgirtiyên rejîmê hatine destbiserkirin, û xistine nava reşçalên rejîmê de, û di bin îşkenceya rejîmê de sivikatî bi armancên wan û bi xebata wan tê kirin, û di bin îşkenceyê de, tenê hêviya wan bi azadiyê, domandina xebatê ye, ku dilê wan hêsayî dike, û ew nirxên ku ew di vê pêxemê de didin, bi ziman nahê gotin.

Ji hemiyê girîngtir ew xwîna ku şehîdên riya azadiyê pêşkêş dikin, û her dilopek ji xwîna wan ku dirêje ser xaka Kurdistanê, dara pirr şax a xebat û tekoşînê pê geş dikin, û bi xwîna şehîdan dara şoreşa nîştiman ber digre, ew xwîn û nirxa wê xwînê bi ziman nahê gotin.

Eva ku ew hemû nirx hatine dan, û xwendingeha Demokrat hatiye xemilandin, bi navê Qazî û Qasimlo û Şerefkendî, ew yek nirxek in di pêxema şoreşê de, ku tenê em dikarin serê xwe di hemberî wan nirxan de bitewînin, û bi gotin mirov nikare nirxa wan hemû tiştan bide. Tenê bi domandina riya wan e ku mirov dikare qewl û soza domandina riya wan, rêbaza wan, û hêviyên wan bi cih bîne.

Ji vir ve em pîrozbahiyeke dubare li we hemû têkoşerên Demokrat dikin, ku di van 72 salan de, her yek ji we bi metod û bi şêwazekê xemek bo vê rêbazê xwarine. Ez tevî tewandina serê rêz û hurmetê di hemberî hemû têkoşerên Demokrat û bo malbatên girtiyên siyasî û bi taybetî bo malbatên serbilind ên şehîdên PDKÎ, ji aliyê we hemiyan ve peymana wefadariyê digel rêbaza wan nû dikim, û em hêvî dikin ku ew bingehên ku PDKÎ li ser hatiye avakirin, û ew hemû nirxên ku jê re dane, rojekê ji rojan em bigihîjin vê girava azadî û aştiyê, ku ji vê zêdetir zarokên Kurd di pêxema wê de nirxê nedin, belkû tevî hemû neteweyên din nirxê di pêxema vegeşandina civakê de bidin.

Spas dikim