Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa Peyama Komîsyona Siyasî -Nizamî a PDKÎ, ku ji aliyê rêzdar Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ û berpirsê Komîsyona Siyasî -Nizamî ve hate xwandin

13:29 - 24 Kanûna pêşîn 2015

Xûşk û birayên hêja!
Kadr û pêşmerge!
Mêhvanên rêzdar!
Hûn gellek bi xêr bên bo rê û resma rêzgirtina ji vê roja dîrokî ya Kurd ku roja pêşmergê Kurdistanê ye. Beşdariya we rêzgirtin e ji xebat û cangorîtiya xortê çekdar ê Kurd û xebata rizgarîxwazane ya gelê Kurd bo gehîştina bi azadî û mafê neteweyî û bexteweriyê.

Beşdarên Rêzdar!

Îro 26’ê Sermaweza sala 1394 (17.12.2015)’an, rast 70 sal derbas dibe bi ser vê rojê re, ku di sala 1324’an (1945)’an de, bo yekem car xortên gelê Kurd di bajarê serbilind ê Rojhilata Kurdistanê, wate di Mehabada xweşdivî û dijminbezîn de, êrîş kirin ser dawî şûnwarên rejîma kevneperest a malbata Pehlewî, û piştî destbiserdegirtina bajarvaniya Mehabadê, û ew bajar bi tewahî hate rizgarkirin, û her di vê rojê de, li ser avahiya bajarvaniyê û binkeyên hikûmetî, alaya Kurdistanê hate hildan, û Kurdistanê bi vê pêngavê karî ku rûpeleke zêrîn di dîroka pirr ji serwerî a xwe de hilde.

Diyare ku vê pêngavhilgirtinê, li jêr rêberî û çavdêriya PDKÎ û serokê wê yê karîzmatîk ê serdema xwe Pêşewayê nemir de, ew serkevtina gehande kopikê, û peyama wî li her çar perçeyên Kurdistanê de, deng veda. Wê demê bû ku li herêmê û li nav dewletên dagîrkar ên Kurdistanê de, kursiyê deshilat û îxanetê kete lerzînê.

Lewra niha bi çavên hêviyê li sertaserî Kurdistanê de li Mehabadê û rûgeha azadîxwazan tê nihêrîn. Lewra ew bûyera girîng di dîroka Kurdistanê de, kiryareke cesûrane bû di xebata gelê mafxwaz ê Kurd de. Lewra piştî derbazbûna 39 salan, wate di sala 1363 (1984)’an de, PDKÎ bona rêzgirtina ji hêza Pêşmergê Kurdistanê, ew roja wekî roja pêşmerge diyarî kir, û hêvî dike ku di her çar perçeyên Kurdistanê de, ew roja wekî roja pêşmergê Kurdistanê bê avakirin.

Xortên azadîxwaz ên Kurd!
Di rojeke wekî îro de, ku pêşmergeyên leheng û qehreman ên gel, cesûrane li ser sînorên welatê me, parêzgariyê ji rewayiya bawer û xaka nîştiman dikin, pêşmergê gel û nîştiman piştî 70 salan pêdagiriya li ser azadî û mirovahiyê, bi baweriya bi parastina mafê rewa ê gel, bi cejna roja Pêşmerge, malên şehîdan ronahî dikin, û di welatê perperkirî û bi taybetî li rojhilata nîştiman de, hêviyê bi malbatên şehîdan dibexşin.

Di rewşeke weha de, ku sozdariya pêşerge bo parastina mirovahiyê û kerameta mirov di hemû cîhanê de deng vedaye, pêşmerge bûye hêzeke diyar ya navneteweyî û navê wî di nav refa hêzên herî pêşkevtî ên cîhanê de tê baskirin, ku çawa bi morala xwe ya bilind, û bi çekên herî destpêkî, di hemberî hêza herî kevneperest a cîhanê de sekiniye, û pêngav bi pêngav wê hêzê neçar bi paşvekêşanê dike. Lewra eva pêşmerge ye ku bihust bi bihustên xaka nîştiman ji destên tarîperestan derdixe, û dara rizgariyê bi xwînê av dide.

Xûşk û birayên hêja!

Niha cîhan tûşî şer û terorê bûye, bi taybetî di Rojhilata Navîn de, ku Kurdistan tê de hilketiye, û qada serekî ya vî şerî ye. Li gora gotina hinkek ji çavdêrên naskirî ên siyasî, ew şer, şerê sêyemîn ê cîhanî ye, lê nehatiye ragehandin, jiber ku çiqas mezinhêzên cîhanê hene, di vî şerî de beşdar in, û çekên herî pêşkevtî ên cîhanê jî tê de bi kar tînin.

Biryarbidestên cîhanî wisa dixuye ku cardin dixwazin xerîteya Rojhilata Navîn darêjin. Lewra ew şer dikare ji Kurdan re derfetek be, da ku bikarin xwe ji destên zincîra koletiyê rizgar bikin, û bigihîje hêviyên xwe ên sedan salî, ku heman azadî û mafê neteweyî û serweriya nîştimanî ye.
Berevajiyê vê yekê jî, dikare cardin bibe sedema vê ku, heta serdemeke dûr û dirêj Kurd li ser xaka xwe, bibe koleyê neyaran û dijminan, û hem jî dîsan Sayks Pîko, û Lozan bi ser de bêne sepandin.

Lê cîhana îro, ya sed sal berî niha nîne, û gellek guhertin bi ser de hatiye, û hizra azadîxwazî û welatparêziyê di nav neteweyan de serî hildaye, û ji aliyekî din ve, êdî biryar li pişt deriyên daxistî nahêne dayîn. Jiber ku medya û ragehandina îro ew qas berfireh bûye, ku cîhan bûye gundeke mezin, û êdî bîr û raya giştî rê nade van rêbazan, û ji aliyekî din ve berjewendiya mezinhêzan, guherîn bi ser de hatiye. Lewra hekî Kurd hişyariya xwe biparêze, dikare bandora xwe nîşan bide, û mafê Kurd bi dest bixe. Lê digel guhertinên ku di cîhanê de çêdibin, ya rohn û zelal ew e ku Kurdan gellek piştevan hene, û rewş di berjewendiya Kurdan de ye.

Kurd niha di hemû qonaxan de mafê xwe baştir nas dike, û partiyên Kurdistanî, hêza pêşmerge ya teyar û perwerdedîtî hene, û dewlet jî hene ku alîkariya wan dikin, û wan birêkxistin dikin. Lê serbarê vê yekê jî, mixabin nav mala Kurdan di hemû beşên Kurdistanê de, ji hev belav e, û netebahî di navbera wan de heye, û ew yek gellek metirsîdar e, û di nav xelkê Kurdistanê de ew gotegot heye, ku gelo dîsan Kurd nebin goriyê danûstandinên navdewletî û herêmî?

Hevalên birûmet!

Komara Îslamiya Îranê, wekî yekem çavkaniya piştevaniya ji hêzên terorîstî ên herêm û heta cîhanê jî, berdewam dirêjiyê dide karên xwe ên têkderane. Êdî gellek bi eşkereyî li Sûriye û Yemen û Îraq û Lubnanê de, destêwerdanê dike, û sebebkarê hemû van cînayetan e ku di herêmê de rû didin, û dema ku zextê dixin ser ku çima destêwerdanê dike, gellek riyakarane radigehîne ku li ser daxwaza dewleta yasayî ya wî welatî beşdarî kirine. Belê rejîmên ku di van welatan de li ser kar in, çiqas yasayî ne ku xelkê welatê xwe komkuj dikin.

Di navxwe de jî berdewam e li ser serkutkirinê. Roj nine ku xortên gelên Îranê bi hêcetên cur bi cur nehêne girtin û berbirûyê cezayên giran, û heya bidarvekirinê jî nebin.
Di Kurdistanê de gellek hovanetir, serkutê bi rê ve dibe, û eva jî di demekê de ye ku dehan rojnamenûs û çalakên medenî û siyasî di girtîgehên Komara Îslamî a Îranê de girtî ne. Heya îznê nadin ku malbatên xwe jî bibînin. Eva jî di demekê de ye ku her sal bi dehan kesî bi sedemên cur bi cur têne bidarvekirin, û yan jî li ser sînoran bo peydakirina bijîva jiyanê bo malbatên xwe dibin armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê, û têne şehîd yan birîndarkirin.

Her wekî ku em dibînin Komara Îslamiya Îranê tu guhertinek bi ser de nehatiye, belku ji caran tundtir serkut û zext û zorê bi rê ve dibe. Ji aliyekî din ve cîhan di hember wê de bêdeng e. Herçend ku ji aliyê Ehmed Şehîd reporterê taybetî ê NY ve, çendîn carî rapora binpêkirina mafên mirovan û serkuta neteweyan di Îranê de, û zexta li ser kêmaniyên neteweyî bi rêkxirawên navneteweyî û bi taybetî NY hatiye dan, lê jiber ku bi awayekî micid serederiyê digel de nakin, em dibînin ku rêjeya binpêkariya mafên mirovan di Îranê de, ne tenê kêm nekiriye, belkû sal bi salê zêdetir jî bûye.

Di rewşeke bi vî awayî de ye, ku em dibînin ku hinke alî hene ku li ser vê baweriyê ne, ku çêdibe di çarçoveya vê rejîmê de hinek ji mafên gel bi dest bihên. Yan hinek ji bi nav nûnerên gelê Kurd di meclisa Şêvra Îslamî de, pesna rêberê Îranê û hêzên wê yên serkutkar dikin, û daxwazê dikin ku dewlet û gelên herêmê li hemberî rêberê xwe de serî bitewînin, û pesna wî bikin ku bûye qehreman û nehêlaye ku DAÎŞ welatê wan dagîr bike, bê xeber ji vê ku gelên herêmê, Komara Îslmaiya Îranê bi avakerê teror û DAÎŞ’iyan dizanin. Ew bi nav nûnerane, tenê xweşxizmetî ye ku bi Komara Îslamiya Îranê dikin. Hekî ne di nav gelê Kurd de tu nirxeke wan kesan nîne.

Di Kurdistana Rojhilat de tekoşîn bi hemû awayê xebatê berdwam dike, û gelê Kurd teslîmî rejîmê nabûye û nabe jî. Rejîm di hemberî berxwedana gelê Kurd aciz û bêçare ye, û nekariye pêgeheke siyasî û civakî ji xwe re peyda bike. Lewra cardin dest bi damanê kevne çekdarên xwe bûye, û civînan ji wan re pêk tîne, û manoran bi rê ve dibe. Lê ew kes ne tenê wekî kesên xwefiroş di nav gelê Kurd de hatine nasîn, û tu bandoreke wan di nav civaka Kurdî de nine, belku di nav kes û karên xwe de jî bênirx in.

Her îsal, cardin hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û bi taybetî PDKÎ piştî derbaskirina sînorên Rojhilata Kurdistanê, heya kûrahiya herêmên Kurdistanê, ji Kirmaşanê ve bigre heya Bakura Kurdistana Rojhilat, dest bi geriyanê kirin, û digel pêşwaziya germ û gurr ya xelkê Kurdistanê berbirû bûn, û xelkê Kurdistanê alîkariyeke bê mînak bi wan kirin.

Ew alîkarî û pêşwaziya bê hempa, ya gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, nîşana vê ye ku gelê Kurd û pêşmege û şoreşgerên wê tu carî ji hevdu nahêne qutkirin.

Vê hêzê bi dîroka xwe ya dûr û dirêj, û paqij û pirr ji serwerî û berçavgirtina pirensîpên exlaqî, û navneteweyî tenê û tenê bi armanca ber bi pêşveçûna doza rewa ya Kurd û bidestxistina mafên wê ên rewa, pêngav hilgirtine, û pişta xwe bi tu deste û aliyekî ve girê nedaye, ku wekî emrazekê lê binêre, yan li dijî beşeke din ji laşê nîştiman wê bi kar bîne.

Eva remza bihêz ya berdewambûna hêza bihêza a Demokrat e, ku heya niha ne tenê asta hezkirina wê di nav dil û cergê netewe û nîştiman de nehatiye xwar, belku ji caran zêdetir bûye bizvînerê hesta mirovdostî û hişyariya gelê me.

Di roja pêşmerge û di vê rewşê de ku germahiya xwîn û laşê dawî şehîdê malbata DemoKrat, şehîdê serbilind Qadir Kerîmî, landika şoreşê, û hinavên me germ ragirtiye, cardin em digel vî şehîdî û tewahiya şehîdên riya rizgariya Kurdistanê peymana emegdarî û berdewambûnê nû dikin, û hêza bêbinî a Demokrat emê pêşve bibin. Pêşmerge bingeh û avakerê laşê Demokrat e, û her wekî derbazbûyî di hemû demên dijwar û teng de, cardin selimand ku keramet û serxwebûna xwe digel tu cure qazanc û berjewendiyeke kitekesî naguhere, û hertim amade ye ku canê xwe gorî bike.

Pêşmergeyên PDKÎ û dersxwanên hêma û nêşanên şehîdên me Qazî û Qasimlo û Şerefkendî ji bingehên PDKÎ ve heya quntar bi quntara çiyayan, û bajarên Rojhilata Kurdistanê, dersên wan rêberên xwe yên leheng hîn dibin, bona vê ku pêşerojeke geş ji hizb û gelê xwe re vehûnin.

Cardin ez roja pêşmergê Kurdistanê li hemû xelkê Kurdistanê û hemû pêşmergeyên Kurdistanê û bi taybetî xortên çavnetirs ên Demokrat pîroz dikim. Bi vê hêviyê ku pêngavên me bo pêşerojeke geş qahîm û berdewa û dijminbezîn bin. Heya dawî henaseya xwe, ku em digihîjin mafên rewa yên xwe, em nasekinin û dev ji xebat û berxwedanê bernadin.
Bijî Pêşmerge û armancên wê

PDKÎ
Komîsyona Siyasî- Leşkerî
26’ê Sermaweza 1394
17.12.2015
Her şa bin!