Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa peyama rêzdar Rostem Cehangîrî bi boneya 26’ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê

12:06 - 29 Kanûna pêşîn 2013

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê
Pêşmergeyên qehreman!
Xûşk û birayên hêja!
Mêhvanên Rêzdar!

26’ê Sermaweza hemû salekê bîrhînerê bi hezaran destanrêsî û qehremanetî û cangorîtiya pêşmergeyên Kurdistanê ye, lewra roja 26’ê Sermawezê roja rêzgirtina ji xortên çekdar ên Kurd e, ku ji bo yekemîn car bi destê xwedî şiyan yê wî mirovê can li ser dest, di roja 26’ê Sermaweza sala 1324’an (1945) de, êrîşî ser dawî şûnwarên serkutê yên hikûmeta şahenşah ya Pehlewî li bajarê Mehabadê kirin, û bi tewahî ji hêza serkutker paqij kirin, û rê ji bo avakirina dewleta Kurdî xweş kirin.

Piştî vê bûyera dîrokî bû ku ew hêza çekdar bo yekemîn car navê pîroz ê “pêşmerge” li ser hate danîn, û ji sala 1363 (1984) ve ew roj ji aliyê PDKÎ ve wekî roja “pêşmerge” hate binavkirin. Ji wê serdemê ve heya niha jî ew navê pîroz remza serkevtin û cesûriya xortên neteweya Kurd e. Navê pêşmerge remz û hêmaya banga azadîxwazî û mana Kurd û nîştimana wê ye.

Berxwedaniya pêşmerge ji aliyekê, û tekoşîna civatên xelkê Kurdistanê ji aliyekî din ve, di rastî de bûne sedema avabûna Komara Kurdistanê.

Pêşmerge di qonaxên cuda cuda ên xebata bi xwîn ya gelê Kurd de, li hemberî dagîrkerên Kurdistanê de hertim gurzeke hesinîn bûye, û herwisa moraleke bihêz daye xortên gelê Kurd.

Xweragiriya vî mirovê cangorî, bûye sedema vê ku ew bibe kesayetiyekî/ê naskirî, û hezkirî bo gelê xwe, û ji aliyekî din ve jî bibe cihê hêviyê bo domandina xebata rewa ya gelê xwe.

Di rastî de nav û roja pêşmerge taybet bi partî yan rêkxirawekê nine, belkû nav û roja hemû xebatkarekî rastîn yê gelê Kurd e, ku bo bidestveanîna mafên rewa û mêjîn, yên neteweya xwe û nîştimana xwe hewlê dide.

Di xebata bê rawestiyan û bi xwîn, ya neteweya me di sî salên derbazbûyî de, li dijî Komara Îslamiya Îranê, bi hezaran pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê canê xwe gorî kirine, ku ew yek dilsozî û cangorîtiya pêşmerge diselimîne.

Pêşmerge ew remz û sembola pîroz ya gelê Kurd e ku şoreşa modern û azadîxwazane ya gelê Kurd bi pêngavên cesûrane û îradeya polayîn ya xwe ber bi pêşve biriye, û lehengî û tekoşîna bê rawestiyan di pêxema man û hebûna gelê Kurd de ji xwe nîşan daye.

Bo hemû aliyekê eşkere bûye, ku pêşmerge di her çeper û her biyaveke bergiriyê de, ku alîkarê vê xebta rewa be, xizmet kiriye, û ji bextkirina can û mal û tendirustî û jiyana xweş, û ji tu cure fîdakariyekê xemsarî nekiriye.

Hûn jî ey pêşmergeyên PDKÎ, hûn pêşmergeyên partiyekê ne ku nêzîk bi 70 salî ye ku di pêxema armancên neteweyeke belengaz de xebatê dikin.

Ew partiya hem armancên wê giring û pîroz in, û hem jî birrîna rê û qonaxên xebata wê gellek dijwar bûn. Hem jî bo berdewambûn û gihîştina bi armancên neteweyî, divêt hûn bi pêwendiyeke qahîm, û bi riheke pirr ji tebahî û yekdilî û rastbêjî, ku ji taybetmendiyên partiya we ne, wekî pirensîpeke hişyarane, partiya xwe biparêzin.

Di hemen demê de, hûn dibe hişyarî pîlanên rejîmê bin, û ji pûçkirina wan pîlanan xafil nebin. Ji vê yekê jî giringtir dibe em qahîmkirin û parastina refên partiyê, bikne erkeke serekî, û ji bîra xwe nebin. Ji aliyeke din ve pêşmergatî erkeke nîştîmanî û neteweyî ye.

Hekî hişyariyeke tewaw ya neteweyî, nîştimanî û dîsîplîneke hişyarane nebe, hêza pêşmerge nikare bibe ew hêza ku neteweya we, çi bo niha, û çi jî bo pêşeroja azadiya gel û welat, û ji bo parastina deskevtên tevgerê, û avakirina hikûmeteke nîştimanî – neteweyî, hewcehî pê heye, û dixwaze pişta xwe pê qahîm bike.

Îro aso û elenda Kurdan rohn e, pêvajoya tevgera Kurd ji her demekê zêdetir ketiye nava liv û tevgerê, û di pêşerojê de çavnihêriya ber bi pêşveçûneke zêdetir jê tê kirin.

Kurd li Başûr

Gelê Kurd li başûr gellek ji mafên xwe bi dest xistiye, û mijûl e ku bibe hêzeke herêmî, ku di hevkêşeyên herêmî de, hisab li ser bihê kirin. kar dike bona vê ku hebûna xwe wekî neteweyekî cuda ji neteweyên din ên Îraqê bi çand û koltora taybet bi xwe nîşanî dost û neyarên xwe bide.

Serdana serokê Herêma Kurdistanê bo bakûrê Kurdistanê, wekî bûyerekî dîrokî di herêmê de tê hesibandin, ji ber ku yekemîn car e ku di pêwendiyên Kurdan bi cîranên xwe re, wekî hêzeke herêmî hisab li ser tê kirin, û bandora xwe li ser guherînkariyên navxweyî ên Tirkiyê jî dadinê, û pêşniyarên wê jî berçav têne girtin.

Ew yek bi raya me bûyereke dîrokî û deskevteke neteweyî ye. Kurd nabe vê yekê kêm bibîne, lê carê xebateke zêde dixwaze bo gihîştina bi tewahiya armancan.

Lewra yekrêzî û tebahiya di navmala Kurd de, hewcehiyeke ji bîr nekirî ye. Başûr hewce ye ku parên din ên Kurdistanê jî berçav bigre û piştevaniya siyasî û me’newî jî ji wan bike.

Kurd li Bakûr

Guherînkariyên navxweyî di Tirkiyê de wisa diçne pêş, ku hekî tu bûyereke cîhanî û herêmî li pêşiya Kurdan nebe asteng, wisa xuya dike ku Kurd ji riya geşekirina demokrasî, û yasa û parlemanê ve bigîje beşek ji mafên xwe.

Herçend renge ji vê riyê ve nekare bigihîje hemû mafên xwe, lê Kurd dibe gellek hişyarane mifahê jê wergire, çimku tê çavrêkirin ku di Tirkiyê de guherînkariyeke berfirehtir çê bibe.

Hêzên demokrasîxwaz roj bi roj ber bi pêşve diçin, û mihafizekar (bingehxwaz) û bi taybetî hêzên şovenî paşekêşê dikin, ew pêvajoya ku tê pêş, bi qazanca tevgera Kurd di vê para Kurdistanê de ye.

Lê mixabin di vê beşê de Kurdan ew yekgirtina ku hewce ye hebin, nînin, û ew yek jî bo tevgera rewa ya Kurd bi mifah nabe, û neyarên wê dikarin qazancê lê wergirin.

Kurd li Rojava

Di vê para nîştimana me de, derfeteke zêrîn bo Kurdan hatiye pêş, û dewleta nawendî jî lawaz bûye. Kurd dikarin roleke gellek berçav di doza xwe ya rewa de bibînin.

Dijmin bi şerekî navxweyî re berbirû bûye. Pêşeroja welat li gorî gotina çavdêrên siyasî ber bi guherînkariyeke kûr ve diçe, her guherînek bête pêş, Kurd dikare mifahê jê wegire, lê Kurdan di wir de jî hewcehî bi yekdengî û yekrêziya navmala xwe heye.

Mixabin Kurdên Kurdistana Rojava di netebahiyên navxweyî de, bi ser du eniyên dijî hevdu de, hatine parvekirin.

Em wekî PDKÎ ji vê yekê nîgeran in. Her du eniyên Kurd di vê rewşa dîrokî de, hekî nekarin berpirsayetiya xwe bi cih bînin, û navmala Kurd bikne yek, ew derfeta ji dest Kurdan de derdikeve, hekî ew derfeta ji dest çû, Kurd di vê parê de her hemû jî, wê zirarê bibînin, û bandorê li ser parên din jî dike.

Em daxwazkar in ku Kurd di vê rewşa hestiyar de, roleke pozetîv bibînin, û nebne karta di destên neyarên xwe de, û bi yekdengiya xwe dawiyê bi dilekutêya Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê bînin, û hêviyên neyarên Kurdan pûç û bê bandor bikin.

Îran û Kurd li Rojhilata Kurdistan
Piştî 35 salan hêşta jî per û baskên reş ên dîktatoriyê bi ser welat de dike sîber.

Girtin û îdam û bê serûşûnkirin bûye para gelên Îranê, bi tayebtî gelê Kurd ê mafxwarî. Hilbijartina serkomarê nû di sala 1392’an (2013) de, ji hinek kes û aliyan re bibû cihê hêviyê, ku jêve bûn guherîneke micid di Îranê de rû dide, û toyê gumanê di nava xelkê de bilav dikirin, lê PDKÎ her di destpêkê de jêve bû ku di çarçoveya vê nîzamê de, çi guherînek rû nade, û hekî kesanek di nav vê rejîmê de hebin ku bawerî bi guherînê hebin jî, nikarin tu pêngavekê hilgirin.

Jiber ku di welatê belalêdayî yê me de, kesek rêberiyê dike ku li serweyî hemû yasayekê ye, û tenê xwe li hemberî Xwedê de berpirsyar dizane.

Hêza serkutkar di destên wê de ye, û dahata welat qorix kiriye, û çi rêzekê ji azadî û mafên mirovan nagre, lewra me dît ku hilbijartin birêve çû, û çi mo’cizeyek di vî welatî de rû neda.

Tenê karek ku hate kirin, eva bû ku piştî çemiyana pişta wê li jêr gemaroyên aborî de, û tirs û wehşet ji nemana rejîmê, dest bi axavtinan û xweşkirina rewşê bo teslîmbûnê, di hemberî îradeya civaka cîhanî de kirin, û serê xwe bo lihevhatina Jinêvê tewandin. Eva duyemîn car e ku di hemberî zextên navneteweyî de teslîm dibin.

Piştî vê hemû gefxwarin û hawarkirina çendîn sale, ku têde deshilatdarên rejîmê pirsa pirojeya etomî ji xwe re wekî hêla sor dihesibandin, û radigehandin ku bi tu awayî paşve venagerin, niha hemû hêlên sor ji nav çûn, û rejîm bi tewahî teslîmî îradeya navneteweyî bûye.

Herçend gellek caran bo bidestxistina demê, gellek leyîz kirine, gellek qewl dane, lê bi cî neanîne, vê carê jî ne diyar e ku bo şeş mehên din wê çi bike, lê tê pêşbînîkirin ku Îran bi tewahî hemû şert û mercên aliyên 5+1 qebûl bike. Ya ku ji bo me û azadîxwazên Îranê giring e, pirsa azadî, mafên neteweyî ên gelên Îranê, mafên mirov, azadiya tewaya girtiyên siyasî û rê xweşkirin bo xelkê Îranê, bo bidestvegirtina îradeya xwe, û bidestveanîna mafên wan e.

Cîhana pêşkevtî û hêzên biryar bi dest ên cîhanî dibe vê yekê berçav bigrin ku di wan gotûbêjên xwe yên digel deshilatdarên Îranê de, pirsa mafên mirovan bêxne ber bas, û dewleta Îranê bêxne jêr zextên navneteweyî, bona vê ku teslîmî îradeya xelkê be.

Herwekî me got ceribandinan nîşan daye ku zextên navneteweyî bo welatên dîktator bandora xwe heye, ew guherînên herêmî vê rastiyê diselimînin.

Di Îranê de jî me dît, ku bo çendemîn car ew li jêr zextên navneteweyî de paşekêşê dikin. Cîhana derve nabe mafên gelên Îranê bike goriyê sat û sewdayên xwe, û belkû dibe givaşan li ser Komara Îslamiya Îranê zêde bike.

Bona vê ku xelkê Îranê jî ku hêjayî jiyaneke serdemiyane ye bigîje hêviyên xwe yên mêjîn, ku azadî û dadperweriya civakî ye.

Di roja 26’ê Sermawezê de em silavan dişînin bo canê pak ê şehîdên nû ên gelê Kurd, û hemû gelên Îranê, ku îsal di nava reşçalên Komara sêdarê ya Îranê de, hatine îdamkirin.
Bo careke din bi navê PDKÎ em sersaxiyê dibêjne malbatên wan û neteweya Kurd û gelên Îranê bi giştî. Em hêvîdar in ku gelên Îranê bi yekgirtina xwe bikarin belaya vê rejîma biyom, ji xwe dûr bixin û hêviyên xortên xwe bidest bînin, û bo xebateke bi vî awayî PDKÎ piştevan û sitargeha xwe bizanin.

Silav li 26’ê Sermawezê û hêza pêşmergê Kurdistanê
Silav li girtiyên siyasî û mlbatên wan
Silav li malbatên rêzdar ên şehîdên Kurdistanê
Silav li civatên xebatkar ên xelkê Kurdistanê, alahilgirên azadî û mafên neteweyî
Her şad bin

26.09.1392
17.12.2013