Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa peyama Sekreterê giştî ê PDKÎ bo konferansa navneteweyî ya Moskovayê

20:04 - 15 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Îro 15`ê Sibatê li bajarê Moskovayê konferanseke navneteweyî bi beşdariya Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê pêk hat, û sekreterê giştî ê PDKÎ jî peyamek ji wê konferansê re şand.

Deqa peyama Sekreterê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî bi vî awayî ye:

Hevalên rêzdar ên amadekare konferansê!

Tevî silav û pîrozbahiyên germ


Em wekî PDK Îranê bi ked û xebata amadekarên vê konferansê û herweha vexwendina we pir serfiraz in û hêviya serkevtinê bo we dixwazin.

Bi berçavgirtna zirûf u kavdanên siyasî li deverê û guhertinên bilez ên sîstemên siyasî ji aliyekê, û ji aliyê dinvejî hestiyarî û bandora wan guhertinan li ser qedera gelê kurd, hewcehî û zerûreta hewl û tekoşîna her aliyek xebatkare Kurdistanê ye ku li asta berpirsatiya siyasî û netewî da, pêkanîna yekrêzî û hevkariya navbera hêz û saziyên siyasî û civakî yên Kurdistanê di pêxema berjewendiyên netewî û rizgariya gelê Kurdistanê, xwe ra bikine armanc.

Em baver in ew milmilanê, dijberî û guhertinên ku niha di qada Rojhilata Navîn û welatên kurdakincî de heye, dikare bo gelê kurd hem bibe derfet û hem jî bibe gef û metirsî, lewma ger partî û hêzên Kurdistanî karibin wan tevlihevî û rikeberiya navbera hêzên elaqedare herêmî û navnetewî xwe re bikin derfet, berî her tiştî hewce ye pirensîpa rêzgirtin ji yektir û qebûlkirina hevdu wekî xalek sereke di navbera hêz û aliyên siyasî û civakî de bi esas were girtin, daku her partî û saziyek dûr ji lojîka înkarkirn,tekrewî, destwerdan û dijberiya hevdu kirinê, karibin bi gotarek netewî û demokratîk bihevre pêşengtiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û bidestxistina serweriya netewî bikin.

Em wekî PDK Îranê, li ser bingeha felsefe û ramana Komara kurdistanê, li ser vê baweriyêne ku kurd yek netewe û Kurdistan jî yek welat e, lê mixabin bi sedema dagîrkariya neyaran û meşandina siyasetên tunekirin û mehandina bi sedan salî derheq gelê kurd, îro rojê her parçeyek welatê me xwedî taybetmendiyên cuda cuda yên siyasî, kulturî û ... ye, lewma hewce ye bi berçavgirtna wan rastiyan, wekî pirensîp, her partî û saziyek xebatkar di her beşek Kurdistanê de, cuda ji her nerîn û îdolojiyek siyasî, bêy ku destwerdanê di karûbarên parçên din ên Kurdistanê bikin, bikarin ser bingeha berjewendiya netewî bi hevre harîkar bin.

Lewma di dema îro de berî her tiştî hewcedariya me bi avakirina zemîne û jîngehek wiha saxlem û demokratîk di navbera hemû hêz û saziyên Kurdistanê de heye, daku hem yekîtiya netewî misoger bike û hem jî bi mekanîzmek wusa emê karibin serkevtina her parçeyek Kurdistanê bihevre bikin derfet û harîkar bo pêşxistina xebata rizgarîxwaziyê di perçên din ên Kurdistanê de.

Bi nerîna me di şert û mercên niha de, hebûna pêwendî û têkiliyên taktîkî ên her partiyek xebatkar ên Kurdistanê bi dewletên dagîrker re, heta qasekê rêpêdayî ye ku ser hesaba dijberî û zerera tevgera wî perçeya Kurdistanê xilas nebe, lê dema ku ew têkilî bibe sedema zerer gehandin û valakirna stratejî û xebata partî û saziyên wê parça Kurdistanê ji nasname û cewhera netewî a xwe, hingê ew têkilî ne di xizmeta gelê kurd û yekîtiya netewî de ye û kêm û zêde dujmin û neyar ji wî karê wusa mifahê distînin.

Bi baweriya me bi dirêjahiya dîrokê tu car wekî niha gelê kurd li her perçeyek Kurdistanê de hişyar nebûye û tevgera rizgarîxwazî jî qasê niha peş neketî ye û derfetên herêmî û navnetewî ji bi qasê niha li qazanc û berjewendiya kurdan de nebûne, ku wusa ye ger em bi yekîtî û zanabûn ve hereket bikin, roj roja kurdan e û serkevtin nêzîk e.

Bijî kurd, serkewe xebata rizgarixweziya Kurdistanê

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî

Mistefa Hicrî

14/02/2017