Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqê axavtina birêz Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî ê PDKÎ di konferansa Piragê de

14:59 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Hevalên hêja, êvariya we baş!

Ez gelek bextewerim ku li xizmeta we de me bona baskirina li ser mijarek giring ku li welatê me de wek rastiyekê heye, lê bi vî awayê ku hewce ye girîngî pê nehatiye dan. Hêvîdarim ku pirs û basên evro li civînên dahatî de zêdetir û rastbînanetir bikeve ber bas.
Sipasiya birêberên vê civînê jî dikim, û hêvîdarim ku berdewam civînên weha hebin. Navê vê civînê ji demokrasiyê ve dest pê kiriye û çavaniya riyek ku divêt em bipîvin bo gihîştina bi demokrasiyê li welatê me de wate Îran. Yekiemîn pirsa ku ji riya dabînkirina demokrasî û gihîtina bi demokrasiyê girîng e bawermendbûna bi demokrasiyê ye.

Wate heke em banga demokrasiyê bin û me bawerî bi demokrasiyê tunebe, em her riyekê bipîvin em nikarin bigîjne armancên xwe ên rastîn. Wate bawermendbûna bi demokrasiyê bi wateya xwe a rasteqîne mercê bingehîne. Em nikarin demokrasiyê li wateya xwe ya rastîn ramalin, û parve bikin û tenê wan beşên ku rê ji bo gihîştina bi beşek ji civaka Îranê bi desepandina deshilatê ye qebûl bikin. Lê ew beşa ku daxwzên neteweyên Îranê û bi awayek giştî daxwaza civatên xelkê Îranê ye li ber çawan negrin yan jî kêmbuha bizanin, li hember vê yekê de ku beşek ji riya demokrasiyê ve bigîjne deshilatê.
Gellek kêm nehatiye dîtin ku ji nivîsîna hinek ji mezinên welatê me ku dema bas ji pirda neteweyên Îranê tê gorê, hestiyariyek bê qas ji xwe nîşan didin, li demekê de ku em çi bixwazin yan nexwazin ew yek rastiyek haşahilnegir e li Îranê de, û ji bona vê ku hêcetan bo wan haşalêkirinên xwe bînin, bas ji vê dikin ku em li ranê de em di gel pirsa netewî berbirû ninin. Bvo mînak Îranê welatek çend netewe ye, û haşalêkirina ji vê rastiyê jî nabe sedema retkirina vê mijarê, yan eva ku Îran neteweyek e ku xwediyê yek xak û yek netewe û yek ziman e. Bi tu awayî ne wisa ye.
Yan li rastî de Îran yek netewe ye, hinek alî ser vê bawerê ne ku li Îranê de, yek ji neteweyan ku ez navê wan naînim, netewe nine, bi sedema vê ku serweyî netewe ye. Ên din jî bona baskirinê nabin û li dema herî baş de qewm in. Ez nizanim ku neteweya welatê min çî ye. Dema ku yek ji wan bi sedema serweyînetewebûnê, û ên din jî li şêwaza herî baş de bi sedema qewmbûna xwe hene, û em dîsan li wir de bas ji diyaloga netewî dikin, li welatekê de neteweyek bi tenê tuneye. Yan eva ku pêdagirî li ser qewmbûnê tê kirin, bo çî?

Heke pirs ew nine ku li mafê siyasî û aborî û îdarî ên vê netweyî bêne xwar, çi hokarek din dikare hebe? Çawan ez dikarim bi nifûsa kêm a Ereb li Behrînê bêjim netewe, lê bêjme Erebên navxwe ên sînorên Îran, ku ne netewe ne. Bi çenda milyon Turkên Azerî bêjim ku netewe ninin, lê bêjme nifûsa kêmtir ku li Azerbaycanê de hene, bêjim netewe. Dema ku dipirsim bo çi? Li bersivê de dibêjin ku wan dewlet hene, ala hene, nûnerên wan li NY de hene.

Gelo ew ye dibe? Bê destpêk bas ji vê yekê neke, û eva jî belgeanîn nine li pêxema parastina yekparçeyiya xaka Îranê. Eva bi awayekê tûjkirine bona vê ku heke hûndixwazin ku bibne netewe,herin vî karî bikin ku ên din kirine, û em jî niha pêde wê bi hurmet ve bêjne we “netewe”.
Her demekê pirsek derheq bi neteweyan tê holê, hestyarî bilind dibin, em dikarin yekparçeyiya erdnîgariyê û yekîtiya xelkê Îranê bi du awayan biparêzin, yekem ew e ku tepeseriya bi derba serîtevandin û teslîm û ên din ku li salên borî de hebûye û niha jî heye. Şêwazek din jî ew e ku bi dabînkirina mafê neteweyên Îranê, li Îraneke demokratîk de, Îran bibe milkê me hemiyan û em hemû jî li Îraneke demokratîk de beşdar bin û xwedîtiya Îranê vegere ji bo me hemiyan.

Dema ku em qebûl dikin ku Îran a hemû Îraniyan e, wate Îran milkê Îraniyan e. Bo min cihê heyrîmanê ye ku ji bo tak yan komelekê ku milk pîroztir be bo xwedîmilk. Pîrozatiya tiştekê wek hêla sor dadinên, lê xweiyê wê berçav nahê girtin, tu pîrozatiyekê jî jêre berçav nahê girtin, û tu mafek jêre bi rewa nayê dîtin, û heke derfet jî hebe haşa jî lê tê kirin. Ew yek nikare alîkar be ji bo wan nîgeraniyên ku derheq yekparçeyiya coxrafiyayî de heye.

Ya ku wan nîgeraniyan tundtir dike, haşakirina ji hebûn û mafê neteweyan e. Li demekê de ku dabînbûna xwestekên wan, nabe sedema pêkhatina kêmtirîn nîgeranî li wî warî de. Lê heke bi her sedemekê ve em bixwazin ku wan neteweyan li ber çav negrin, me karek kiriye ku ji bav û bapîrên xwe bi cî bimînin. Bapîrên me li Îranê de, ew herêmên ku netweyên Îranê têde akincî ne bi navê heman netewe, binav kirine, Kurdistan, Belûçistan, Azerbaycan û Erebên Ehwazê.

Li wê demê de demokrasî bi wateya evro tunebû, mafê mirov bi wateya evro tunebû, û mezinên me li derbazbûyî de bi wateya evro nasyarî tunebû. Lê min guman têde heye ku heke ew binavkirin ku li vî serdemê de hatine kirin, evro naban û me evro wek neteweên Îranê bas lê kiriba, ku navçên me bi navê neteweyên me bin, renge li gel hemen tometa cudahîxwaziyê berbirû biban.

Wate heta ji derbazbûyiyên xwe jî bi cih mane, ew jî li serdemê demokrasî û li serdemê mafê mirovan. Ez pêşniyar dikin hevalên hêja û mamostayên rêzdar, programa partiyên bihêz û bi bandor ên Kurdistanê bixwînin û bizanin ku li cihekî de arîşeyek li ser Îranî bûn û parastina yekparçeyiya coxrafî heye? Ew rêkewtinnameya ku li navbera du partiyên PDKÎ û Komelê nêzîk bi sê mehan berî niha hate îmzekirin, çi kêşeyek pêk anî? Bo çi?

Jiber ku rêkkevtinekê şikil girt ku bi sala ye em tewaya opozisyona Îranê li pey ketine û me nekariye em rêve bibin, lê neteweyên Îranê karîn ku kongireya netewên federal a Îranê gellek bilez û bi hêsanî pêk bê? Bo çi? Jiber ku daxwaz jî yek in û êş û azarên wan jî yek in. Lê opozisyon êş û azarên wan jî ne yek e, û daxwazên wan jî ne yek e. Bi hemû wan hewlên ku me li rûniştinên curbicur de li gel partiyên opozisyon ên Îranî me dane,

heya niha jî me nekariye hevpeymaniyekê pêk bînin.

Li wir de bas ji diyalogê hate kirin derbarê hilbijartinên azad. Min pêşniyar bi Şerîetmedarî kir ku nebêje vê yekê “diyalog”. Diyalog dibêjne vê yekê ku her kes bi bîrûboçûnên xwe li gel yektir bas ji diyalogê dikin û digîje armancek hewbeş. Ew yek nayê wateya diyalogê. Bangkirina çend kesan li ser raya kesekî yan çend kesan, û ew yek nexweş e ku bi navê me hemiyan tiştek li vî warî de were bilavkirin. Em dikarin kar birêve bibin, hitbarê pêk bînin, Îranê bi milkê xwe bizanin, û eva jî karê me hemiyan e û Îranê em hemû bi ya xwe bizanin, nabe kes xwe ji ên din bi Îranîtir bizane. Bi vê wateyê ku xwe wek xanexwê bizane, û xwediyê poanên taybet be li hemberî neteweyên din.

Em bona derbazbûna ji wan ferq û cudahiyên ku hene, Îraneke demokratîk û federal pêşniyar dikin, Îranek ku milkê me hemiyan be, û em jî hemû bo Îranê û bo demokrasî û mafê mirov li Îranê de hewil bidin, ew yek programa me ye û bi sala ye ku em li vî warî de hewlê jêre didin, lê mixabin ku heya niha tenê tişa ku bo me netewên Îranê berçav hatiye girtin, serkût û tepeserî bûye.

Heta derheq her tawanekê de, li navbera netweyên Îranê de û xelkê din ên Îranê de cudahî hatiye danîn û cezayê wê girantir ji ên din bûye. Renge tenê ji wan tepeseriyan de para me zêde be, û li tewaya mijarên din de bi awayek din bi me re reftar hatiye kirin, em ji bo tewaya xelkê Îranbê rêz û hurmet dadinên. Em curbicuriyê erênî dibînin û vê yekê jî wek dewlemendiya Îranê dihesibînin, û divêt ji vê dewlemendiyê bi awayek erênî mifahê wergirin.
Ez hêvîdarim ku em bi sozdanên bi yektir û baweriya bi yektir û boxtan nekirin ji yektir li dema anîne berbasa daxwazên demokratîk li çarçoveya mafê mirovan de, bi awayekê bi hevre reftarê bikin ku tomet û boxtanan li tu Îraniyekê nekin ku tu Îraniyek nekare tab û tehemula vê boxtanê bîne.