Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derwazeya vê avahiya di xîm de kavil, li ser koka xwe ya berê dizivire

12:39 - 9 Kanûna Paşîn 2014

N: Adil Muradî

Dewleta Îranê her tim binpêkarê mafê mirovan û mafê kêmaniyên neteweyî û mesebî di vî welat de bûye. Eva di demekê de ye ku neteweyên Îranî xîmê nasnameya Îranî, û bingeha pêkanîna çanda Îranî ne. Hebûna neteweyan û qewmên curbicur di her welatekî de nîşaneya derfetan e.

Lewma dibe ew derfet bêne nasîn û daxwazên wan ên bi heq û rewa bê bersiv nemînin, û îmkanat û çavkanî û dahat bi awayekî wekhev di navbera neteweyan de bêne parvekirin.

Baskirina ji mafê neteweyan û kêmaniyên olî û mesebî, ji qewlên dema hilbijartinê ên Rûhanî bûn, ku wî qewl dabû ku hekî bibe serkomar, pêregihîştina bi kêşe û bi daxwazên neteweyan, û kêmaniyên olî û mesebî bike, û posta “moawinetê imûrê eqwam we mezahib” (posta cihgiriyê bo karûbarên eqwaman û kêmaniyan) ava bike, lê niha tenê alîkarek taybetî di vî warî de destnîşan kiriye ku ew alîkar jî Elî Yonisî ye ku pêştir di postên emniyetî de kar kiriye.

Rûhanî di kelekela xebatên bo hilbijartinê de, hertim li ser daxwazên neteweyan pêdagirî dikir, û di daxuyaniya hejmara sê ya xwe de ku bi awayekî taybetî li derbarê neteweyan û kêmaniyên mesebî de hatibû nivîsîn, di deh bendan de, programa xwe de di vî warî de ragehandibû.

Daxuyaniya hejmara sê, bi van hevokên balkêş û xapînok dest pê kiribû: “ Welatê me yê ezîz, Îran, bostaneke pirr ji gulav e ku ji herêm, ziman, dîn û mesebên curbicur pêk hatiye”.

Herwisa di benda çarê de jî hatibû ku: “Xwendina bi zimanê dayîkê (Kurdî, Erebî, Azerî û ...hwd) di dibistanan de, û di zanîngehan de, li gorî benda 15’ê ya yasaya bingehîn wê bê cîbicîkirin”.

Belê Rûhanî bi eşkere ragehandibû ku ji hemû ziman û meseban, dikarin di birêveberiyên giştî ên welat de beşdar bin, û tu kes nabe bi sedema qewmiyet (netewe) yan mesebê xwe, derfetan ji dest bide.
Lê bi kiryar me dît ku Rûhanî di pêkanîna kabîneyê de soz û qewlên xwe cîbicî nekirin, û tu nûçeyek ji hebûna kesên ser bi neteweyên jêr sitemê û kêmaniyên curbicur, di nava postên giring ên hikûmetê de nebûn.

Helbet wan bo vê mijarê jî, xwestin ku xelkê bixapînin û ragehandin ku, kabîne tenê Heyeta Wezîran nine. Lê dîsan jî wan postên ji Heyeta Wezîran xwartir jî nedane neteweyên zulmlêkirî.

Her di vê biyavê de, Elî Yonisî ragehandiye ku sernekevtina wan di warê danîna kesên ser bi kêmaniyên qewmî (netweyî) û mesebî, di hinek postên giring ên hikûmetî de, nayê vê wateyê ku dewlet naxwaze kareke bi vî rengî di pêşerojê de bike, lê bi berçavgirtina kar û kiryarên dewleta Rûhanî, di heyama derbazbûyî de, em dikarin gotinên Yonisî jî wekî soz û qewlê li ser coxînê bi xelkê bihesibînin.
Di encamê de bi baldan bi naweroka mesebî û îdeolojî, û dîroka tejî ji ferq û cudahî ya rejîmê, û niha jî bi baldana bi kiryarên dewleta Rûhanî di warê danîna wezîran, û hilbijartina parêzgaran de, û bêpariya bi kiryar ya neteweyên li jêr sitemê ji postên birêvebriyê, di warên aborî û siyasî de, û dijberiya herî tund di navbera dana qewlan û kiryarên serkomar, û wezîrê navxwe, û destyarê tayabet ê serkomar di warê karûbarên neteweyan de, dibe bê famkirin ku ew marê xweş xet û xal yê Komara Îslamiya Îranê, her çar salan carekê çermê xwe diguhere, lê naweroka wê her ew e, û derwazeya vê avahiya di xîm de kavil, li ser heman koka xwe ya berê dizivire, lewra kes ji bîr nake ku Rûhanî tenê bo parastina rejîmê hatiye.