Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatxwaziya Morsî, kolanên Mîsrê hejandin

12:35 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Dara Natiq

Gelê mafxwaz ê Mîsrê ku heyamê dehansalî bû ku li jêr deshilata sîstema daxistî û dîktatoriya Hosnî Mobarek û kirêgirtiyên wî de wek beşek ji gelên zulmlêkirî ê herêmê li jêr zordariyê de û bi ew qasê dilequtkê jiyana xwe diborandin, û jiu mafên herî destpêkî ên xwe bêpar bûn, û wek dîlên serdemên kevn divêt peyrewê fermanên Zehakê serdemê xwe ban. Ew gelê belengaz li destpêka Buhara Erebî de li helwestek cesûrane de qada Tehrîra Qahîreyê kirna qada berxwedan û berêkaniya li gel hukmê dîktatorane ê malbata Mubarek û li pêxema destveanîna azadî û kerameta mirovane a xwe de, û rizgarbûna li jêr zulm û zordariyê de, meşek bi milyonî rê xistin heya ku karîn rejîma Mubarek li ser kar rakin.


Mixabin li pêvajoya şoreşa gelê Mîsrê de, Îxwan Elmoslimîn ku wek gur xwe li pêstêpez de veşartibûn û li malên xwe bose danîbûn, bi bê beşdarîkirin û dana nirxek wusa li pêvajoya bûyerên li Mîsrê de, û li demên dawiya bi encam gihîştina şoreşê, û li ser karrakirina hukmê dehan sale yê malbata Mubarek, hatne meydanê û bi organîzekirina xwe û dana dirûşmên bi berçav û xapîner, li hilbijartina serkomariyê de, bi serêxistina bernbijêrê xwe wate Muhemed Morsî, riya rast ya pêvajoya demokrasîxwaziyê li vî welatî de ber bi aliyek din ve birin, û îradeya paşvemayî a xwe bi ser gelê Mîsrê de sepandin. Serkevtinek ku Komara Îslaiya Îranê, tevî piştgirîkirina ji wê, ew wek doma şoreşa Îslamî, û hişyariya Îslamî li herêmê de bi giştî, û li welat de bi taybetî hesiband û propagendeyek zêde jî jêre kir.


Mihemed Morsî serokê hilbijartî ê Îxwanê, ku soza vejandina aboriya welat û bersivdana bi tewaya xwesetkên xelkê li ser bingeha parastina kerameta mirov û azadiyên bingehîn ên mirov li heyamê sed rojan de dabû, ne tenê li ser sozên xwe nema, belkû welatê Mîsrê tûşî kirîzek mezin piştî deshilata Beşar Esed kir. Navbirî gellek zû rûyê xwe ê rastîn bo cîhanê û bi giştî û xelkê Mîsrê bi taybetî eşkere kir. Navbirî dixwaze ku bi zêdekirina deshilata xwe li yasaya bingehîn de, û dariştin yasaya welat li li ser bingeha ayînê Îslamê û hinek yasayên li gorî sedsalên navîn, û dehan biryarên yasaşikên, dixwaze ku wek serdemê Xumênî ezmûna sîstema dîktatoriya Komara Îslamî li vî welatî de biceribîne, û bi eşkereyî û bi sepandina wan yasayan, her cure azadiyekê li geviyê de bifetisîne, ku taze li jêr deshilata Mubarek ew jî bi gorîkirina xortên gelê xwe rizgar bûne.
Lê ya ku li wir de girîng e, ew e ku xelkê hişyare Mîsrê carek din tevî baykotkirina referandoma Yasaya Bingehîn, ku çavkanîgirtî ji bîrûhizra paşvemayî a Morsî û peyrewên wî ye, hatne ser şeqaman û cardin qada Tehrîra Mîsrê kirne qada berxwedana xwe, û rikeberiya li gel her cure yasayek paşvemayî û dijîmirovî, û bi vî awayî ji bo parastina mafên xwe ên mirovî û cihgirkirina pirensîpên demokrasiyê, paşekêşe bi Morsî kirin. Herweha Morsî ragehand ku ew yasa demikî ye, û ew amade ye ku ji deshilata xwe kêm bike.

Di rastî de ew paşvekêşana Morsî û li hemberî pêla

demokrasîxwaziya xelkê Mîsrê nîşaneya wê yekê ye ku xelkê hişyar û serwext ê Mîsrê bi tu awayî naxwazin ku qeder û jiyana niha û pêşerojê a xwe gorî bîra paşvemayî a Morsê bikin û li jêr hukmê yasa û rêsayên ehrîmenî û li gor sedsalên navîn, ên wek komara sêdare û îdamê a Îranê de bijîn.

Li hemen dem de berevajiya propagendeyên rejîma Îranê, ku encama şoreşa Mîsrê û welatên din wek hişyariya îslamî dihesiband, selmandin ku xelk Mîsrê xwazyarê pêkanîna civakek modern in ku têde rêz û hurmet ji kerameta mirovan bihê girtin, ne eva ku ew bibin kole û dîsan bi qedera wan bê lîstin.