Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destanrês

22:09 - 23 Hezîran 2016

Kerîm Perwîzî

Bona vê ku mirov di nav dilê toz û bayê şerê jiyan û vejînê, û man û nemanê de, cihekî taybetî ji xwe û baweriyên xwe, û pênaseya xwe re bibîne, renge hewce be ku di kiryar û rollîstinê de, li pey rê û rêbazeke nû, û bîrjênekirî de bigere, da ku lehiya bûyeran, nekare wê li ser riya xwe rake, û bikare mohra xwe li ser karnameya jiyanê bide.

Di nav civakê de, û di hemberî pergala stemkar û zalim de, mirov bona vê ku “berxwedan” di kar û kiryarên wan de reng vede, û bona vê ku bikarin, qedera pêvajoya jiyana xwe bi dest ve bigrin, dibe riya domandina jiyanê bigrin pêşiya xwe.

Ew şêwe zindîbûn, tenê zindîbûnek e wekî jîndareke xwezayî, ku çawa nan û avê dixwe û vedixwe, û çawa nivşan çê dike, wisa jî jiyana mirovekî ku teslîmî “rewşa heyî” dibe, ji vê astê derbaz nabe, û tiştek bi navê îrade û hezkirin û afirandin, tu cihek di pênaseya hebûna wî de nîne.

Renge wisa hizir bê kirin, ku jiber ku riya pêşberî wan riyekî gellek dijwar e, û astengî ew qas mezin in, ku mirov bi tenê tu tişt ji destên wan nahê, bi neçarî dibe serî di hemberî rewşa heyî de bitewîne.

Lê rast di wan dema de, ku tovê bêhêvîtiyê tê çandin, û rewşa kedîkirinê (bêdengkirinê) tê zalkirin, kesên wisa derdikevin, ku bi destên betal, yan bi emrazekî herî kêm, ku renge bo hemû kesî dest bide, berdibin canê bahozên herî dijwar, û hêzên herî stemkar, û bi emrazên herî kêm, lê bi vîneke herî bilind ya mirovbûn, û afirandinê, “neketin” (kolnedan) û “ne” gotinê, dikin bi rêbaz, û heykelê rizî ê hêza zulm û stemê têk dişkînin.

Eva ew in, ku deshilata tarîperestan, û stûnên sist ên deshilata bêdadiyê, di kokê de dihejînin, lewra dema ku navên wan tê, ser û binê sîstemê dilerizînin.

Ew mirovên ku bi êş û azara herî kêm, lê bi vîn û îradeyeke pirr û bi moraleke bilind, bi bilindahiya Zagrosê, bûyerekê diafirînin, ku nivş bi nivş tê gêran (baskirin) û bi hezaran keç û kurên welat pê têne perwerdekirin, û ew dibin têhniyê baskirina mêrxasiya wan, û ew jî her ew mirovên asayî ên di himbêza gel de ne, ku baweriya wan ya bi îradeya şoreşgerî, wan zêdetir pal dide, bo têkbirina hêzên dijîmirovî, û bi kar û kiryarên pirr ji moral ên xwe, destanan diafirîn in (destanan dirêsin).