Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destberdan ji xwendinê li Kurdistanê gefek mezin e

14:41 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Efşar Ceferî

Di pêvajoya pêşveçûna jiyan û kultûra neteweyên cîhanê de xwendin rolekî bingehîn û giring dilîze. Xwendewarî û zanebûn faktora serbestî û bextewariya gelan e. Gelên ku niha di cîhanê de xwedî jiyanek bi rûmet û serkevtî û civakek aktîv û pêşketî ne, ev yek berhemê xwendin û giringîdana wan bi navendên zanistî û akademîke.
Xwendewarî mafek bingehîn ê mirovan e û dibe sedema çêbûna guhertinên mezin di jiyana mirov û gelan de.

Hezkirin ji xwendin û zanebûnê tiştek e ku di nav hundirê hemû mirovan de heye û her kes ji pêşdeçûn û jiyanek bi rûmet hez dike. Weke zarokekê ku li dewrana zaroktiyê hez dike biaxive û hemû tiştên jiyana derdora xwe kifş û nas bike û fêr bibe. Lê dema dikeve nav civakê û dest bi xwendinê dike, asteng û pirsgirêk zarokan ji mafê xwendinê bêpar dikin. Li Kurdistanê ji ber rewşa siyasî ya ku kurd têde dijîn, ev yek pirr berçav e.
Li gor rapora rêxistina UNESCO ya ser bi NY ku bi boneya Roja Cîhanî ya Xwendewariyê ya 2012`an (08.11.2012) weşand, 775 milyon mirov di cîhanê de nexwendewar in ku ji vê rêjeyê 122 milyon ciwan in. Herwiha 2 ji 3`ê nifûsa ne xwendewarên cîhanê jin û keç in. Bi vî awayî 775 milyon mirov ji pêşdebirina şiyanên xwe û mafê mirovan bêpar hatine kirin.
Rojhilatê Kurdistanê beşek ji vê serhejmariyê pêk tîne.
Li Kurdistanê di salê de hezaran zarok û nûciwan dest ji xwendinê berdidin. Sedemên vê yekê jî gellek in. Yekem, Komara Îslamî ya Îranê, Kurdistan kiriye herêmek milîtarîze ku têde ne ewlehî û şer diyardeyek rojane ye. Duyem, zimanê dayikê ango Kurdî qedexe ye û tu zarokek kurd nikare bi zimanê Kurdî bixwîne û binivîse di navendên xwendinê de.

Sêyem, nebûna îmkan û derfetên perwedehiyê yên standard û baş e. Li deverên kurdan herî kêm dibistan û xwendingehên despêkî heta paş navendî hene. Ji bo çendîn gundan li Kurdistanê, tenê dibistan û xwendingehek heye ku kêmasiyên pirr berçav jî hene.
Çarem, meşandina ferq û cudakariyên olî, neteweyî û siyasî ne ku li dijî xwendekarên kurd ji dibistanê heta zanîngehê tên pêkanîn. Ciwanên kurd dema dikevin zanîngehê yan ger di îdare û dezgehek dewletê de bê damezrandin, divê raporeke tayebt a ewlekariyê li ser wî û malbata wî bê komkirin ku gelo ew welatparêz û neteweyî ye an na! heta derfeta kar jê re bidin.
Pêncem nebûna hêviya kar û jiyanek normal ji bo qonaxa piştî xwendinê ye, niha dehan hezar xwendewar li Kurdistanê hene ku zanîngeh jî qedandine, lê bêkar in. Sedema din jî pirsgirêkên aborî yên malbatan in ku dibe sedem zarok dest ji domandina xwendinê berdin û bibin alîkar bo debara dijwar ya jiyanê.
Helbet kesên ku li Kurdistanê di dezgeh û îdareyên dewletî de tên damezrandin, herdem di bin çavdêriyek xurt a ewlekariyê de ne. Bi hêcetên curbicur û bi taybet welatparêzî û rexnegirbûna wan, ji kar tên derxistin û gefa bêparkirin ji kar herdem li ser wan heye.

Xwendin li Kurdistanê viyan û xwesteke mezin a keç û xortên kurd e û selimandine jî ku karîn û şiyanên pirr bêhempa jî di fêrbûn û xwendinê de hene. Lê pirsgirêk û astengên ser rêya xwendinê li Kurdistanê, dilsariyek mezin ji bo xwendekarên kurd pêk aniye ku her diçe rêjeya kesên ku dest ji xwendinê ber didin, zêdetir dibe. Ev yek gefek mezin e li ser civaka Kurdistanê ku berpirsyariya vê yekê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ne.
Xuya ye ku dewleta Îranê ku dijminê kurda ye, naxwaze keç û xortên zane û hişyar ên kurd zêde bibin û li maf û azadiyên xwe xwedî derkevin da ku pirsgirêk û kêmasiyên civaka xwe bixin berbas. Ev rewş li deverên ser sînor ên Kurdistanê gellek berçav e û xwendewarî ji ber sedemên jor kêm e. Pêşeroja Kurdistanek azad û avedan pêdivî bi nifşek zane û xwendewar heye, loma her kes û malbatek divê ji bo domkirina xwendina keç û xortên xwe rolê xwe yê civakî û neteweyî bilîze.