Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destbiserkirin û hukmê hepsê ji sê hevwelatiyên Mehabadê re

21:53 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Du hevwelatiyên Mehabadê bi tometa alîkarî bi partiyên dijebrî rejîmê bi çar salan hepsê hatin mehkûmkirin û hevwelatiyek din jî bi hemen tometê ji aliyê hêzên ehlekariyê destbiser bû.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, Şaho “Selaheddîn Pertûyî” karnasê zanista perwerdeyê ji aliyê dadgeha Şoreş û bi tometa alîkarî bi partiyek dijberî rejîmê re bi sê salan hepsê û “Şemzîn Ehmednijad” xwendekarê zanîngeha Peyam Nûr a Mehabadê bi tometên “ewlehî” bi salekê hepsê hatine mehkûmkirin.
Li gor rapora han, hukmên wan hevwelatiyan di heyamê 20 rojan de qabilî derbirîna nerazîtî û pêdeçûnê ye.
Herweha hevwelatiyek din yê Mehabadê bi navê Resûl Qadir Hacî “Hosta Resûl Mikanîk” ji aliyê hêzên Ewlekariyê destbiser û bo girtîhgehê hat şandin.
Hevwelatiyê han du mehan berî niha û bi tometa alîkarî bi partiyek dijberî rejîmê re destbiserr bibû.