Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destke Tevr

20:02 - 22 Îlon 2016

Kerîm Perwîzî

Xebata neteweyek zulmlêkirî bona gihîştin bi rizgarî û dabînkirin azadiyê, him bi rejîma desthilatdar re berbirû dibe û him jî, rejîma desthilatdar girift û pirsgirêkên wusa jêre diafirîne ku têçûya xebat û tekoşîna wê zêdetir bike û hêz û karînên wê jî li rê der bixe.

Rejîmek sitemkar û terorîstperwer weke rejîma Wîlayeta feqîh bona wê ku berbirûyê xebata mafxwazane ya gelên jêr sitem û bi taybetî gelê kurd bibe û wusa tepeser bike ku carek din nekare rabe û serî hilde, bi hemû hêz û îmkanên xwe ve ji şoreş û xebata neteweya bindest dide. Her eva ku dibêjin girêmista hesinî bi kar tîne daku vê xebatê tûşî tewizînê bike. Çawa ku li destpêka hatineserkar ya xwe de fermana cîhadê li dijî kurdan da û cinayetkar û terorîstên wekî Xelxalî û Çemran şandin Kurdistanê daku kavil bikin, li van salên dawîn de jî bi hemû hêz û şiyanên xwe ve, dijberiya xebata xelkê kurd kirine.

Rejîma Îslamî ya Tehranê bi siyaseta tepeserkirina hovane, dixwaze têçûya xebatê jorde bibe daku xelkê çavtirsiyaî bike û kes nekare xwe ji xebat û tekoşîna li dijî zulm û sitemkariya rejîmê bide. Aliyek din yê pîlanên Komara Îslamî li dijî xebata neteweya kurd, cehd û tekoşîna wê bû ku li nav neteweya kurd de, pêgehekê ji xwe re ava û bi reşandina tovê dubendî û netifaqiyê pêgeha xelkî ya hêzên dijber lawaz û xirab bike daku bi vê netifaqiyê bikare li pêşerojê de bibe bi hêza rêderker a xebatê û xebata xelkê li hundur de kirmî û janeserên wê jî zedetir bike.

Bi vê siyaseta mirar ya rejîmê ku hin dest û pêwendî birêve dibin, parek ji kes û takên civakê ji xebat û tekoşîna azadîxwazane tên dûr xistin û paşan jî van dest û aliyan, dikine alava derbelêdana ji şoreş û xebatê. Daku bi vî awayî hêza şoreşê bi tiştên biçûk ve mijûl bikin yan aliyê kêm parek ji vê hêzê, bi asteng û girêpêçkên nerast û destçêkirî yên dujmin ve bi heder bidin.

Ew takên serlêşêwyayî ku dibine dest û pêwendiyên rejîmê, renge bikarin berjewendiyên biçûk ên kesî ji xwe re misoger bikin, lê rolê destikê Tevr ji dujmin re dilîzin.

Karê destikê Tevr, xizmet bi Tevrê rih(rêdîn)dirêj e û heya qasekê jî hêza gel bi xwe ve mijûl dike. Her dem ku destikê Tevr şikest yan hewcehî jêre nema, dujmin dixe nav kuçk û dişewitîne. Çûnkî destikê Tevr, tenê ji îxanetê re bikar tê û dujmin jî tucar baweriyê pê nake, ji ber ku kesê/a ku xiyanetê bi netewe û xelkê xwe bike, li cihê din jî bi hêsanî dikare bê kirrîn û xiyanetê bi kiryarê xwe jî bike, lewre çarenivîsa destikê Tevr her şewitîn e.