Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêka şikest û herifînê

21:40 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Selîm Zencîrî

Tehrîmên yek li pey yek ên civaka cîhanî li dor pirograma navikî a rejîma Îranê, bi derbasbûna demê re her ku diçin berfirehtir dibin. û serbarê wê ku şokên ruhî û rewanî ên tund û rijdtir li pey re tên, belkî asta karîgerî û bandora wan jî li biyavên cur bi cur de zêde berçaw dikewe. Bi taybetî piştî wê ku 27 welatên ewropayî li rûniştina meha Januariya borî li Lokzamborgê de pilana baykota nefta Îranê pesend kirin û destpêkaTîrmehê weke bervara birêve birin û gava piraktîkî a dawîn paketa tehrîman destnîşan kir, çarenivîsa aboriya Îranê û jiyana xelkê wî welatî ber bi pêvajoyek metirsîdar ve araste kir.

Li gor tehrîma nû ya Ewropayê, tu yek ji welatên endam li vê yekêtiyê de mafê kirrîna nefta Îranê nabin û dibe hevdem û hevterîb vê baykotê birêve bibin.

Her çend ku hin welatên weke Yûnan ku %30 a nefta xwe ji Îranê bidest dixist û niha jî li kirîzek kûr ya aborî de dijît, û nusxeya vê carê jî ne tenê nabe dermanek ji derdê wê re, belkî dê asta nîgeranî û kirîzê jî kûrttir bike, lê dîsan jî neçare pabend be bi biryarên devera Yoro’ yê.

Lê cuda ji wê, berpirsên rejîma Komara Îslamî ku heya duh bêminetiya xwe nîşan didan û radigihandin ku tehrîm ne tenê bandora xirab li ser aboriya Îranê û jiyana xelkê nakin, belkî zemîne û derfeta pêşkevtin û ‘’xodkefayî’’ê xweştir dike!, lê taze hatine ser hişê xwe û hest bi encamên malwêranker ên tehrîman dikin û daxwaz dikin ku Ewropî aqilane tevbigerin û pêdeçûnê bi ser biryarên xwe de bikin!.

Lê yê ku dibe bi xwe, helwest, siyaset û reftarên xwe de biçe, berpirsên Komara Îslamî ne ku bûne bi sebebê rojreşiyê bo xelkê û gefek mezin li ser cîhanê, nek ewropî û civaka cîhanî.

Bi her hal eva rastiyek e ku nahê înkar kirin ku aboriya Îranê li rewşek dijwar û pir kirîz de dijît û tehrîman jî tesîrek rasterast li ser aborî û jiyana xelkê Îranê kirine, û xurtbûna diyardeyên weke giranî, bêkarî, hejarî û herweha jordeçûna nirxa helawsan (tewerom)ê ji nîşane û berçawiyên vê aboriya nesax in.

Berçawiyên ku berpirs û nawendên fermî ên rejîmê jî êdî şiyan û karîna veşartin û peçavtina wan ninin û ji ber nejêhatîbûn, neberpirsatî, siyasetên şerxwazane û pirograma biguman a navikiye wan e ku niha şademara aboriya Îranê bi nîşange hatiye girtin û ketiye ber dorpêçên giran.

Rojane ku %20 a nefta hinartiya Îranê bo her sê welatên Yûnan, Îspaniya û Îtaliya dihat şandin, pêka biryara YE ji 1ê Tîrmehê ve tê ragirtin. Hevdem Turkiya jî %20 a nefta hawirdeya xwe ji Îranê kêm dike. Koreya Başûr jî ku sêyemîn kiryarê nefta Îranê ye(%10 a hinartiya nefta Îranê), bi merema hevrêtî li gel piroseya tehrîmên li dijî Îranê, biryara sekinandina hawiredeya nefta Îranê da. Herweha her yek ji Hind û Japonê jî bi awayekê asta hawirdeya nefta xwe ji Îranê dabezandin.

Vir de tenê çîn dimîne ku pêgeha xwe weke yekem kiryarê nefta Îranê parastiye û ji tehrîmên Amerîkayê jî parastî dimîne.

Li rewşek weha de ku tehrîman bandor li ser daketina asta berhemanîna nefta Îranê kiriye û li vê midehê de jî ne tenê qadên neftî ên nû nehatine bikar xistin, belkî yên kevin jî nehatine nûjen kirin.

Lewma li gor nirxandina rêxistina Opêk’ê, niha berhemanîna nefta Îranê her roj bi qasê 300-800 hezar boşqe(bermîl)an kêm kiriye. Ev rêjeye jî li gor 20 salên berê û bi taybetî li kelekela şer û li demekê de ku zaf nawend û qadên neftî ketibûne ber êrîşê û zirar dîtibûn, gihîştiye nizimtirîn asta xwe.

Wate hinartina neftê bi qasê milyonek û 200 hezar bermîlan di rojê de kêm kiriye. Lê ji ber wê ku heya vê midehê nirxa neftê berdewam li halê jordeçûnê de bû, xizîneya welat hest bi kêmiya bûtcê nedikir.

Lê niha Erebistan weke rikeberê bihêze Îranê bi jordebirina asta berhemanîna xwe, valahiya kêmiya nefta cîhanê tejî kiriye û eva jî bûye sedema daketina nirxa neftê. Her li gor vê çavkaniyê dahata nefta Îranê li sala borî de 113 mîlyard dolar bûye, lê li gor rewşa niho dibe nîviya dahata sala borî, anku rojane 90 milyon dolaran ji ber hisarên aborî zirarê digihe Îranê.

Rewşa han hemû xewn, xeyal û hesabên berpirsên rejîmê tevlihev kiriye û serbarê vê yekê ku dê givaşên zêdetir bixe ser rejîmê, belkî dê bibe destpêka şikest û hiloşîna aboriya Îranê. Ji ber ku Îranê xincî wê ku bi astengên mezin bo berhemanînê ber bi rû dibe, belkî neçar dimîne eva ku berhem jî aniye, para her’ zaf a wê jî paşekewt bike.

Bi qasekê ku li gor rapora ajansa navnetewî a Vejenê, tenê li yek meha derbasbûyî û li serûbendê tehrîma Ewropayê de 42 milyon bermîl nefta Îranê nehatiye firotin û her li nav tankerên neftê de maye. Ew jî bûye sedem ku rejîm ji hespê xeyalan peya bibe û pêdiçe ku hemû kartên xwe li ser hesaba bilindbûna nirxa neftê rû kiribin. lê eva jî nîşan ji dorandina wan li vê lîstika metirsîdar de digehîne.

Lewre li zurûf û kawdanek weha de ku asta berhemanîna nefta Îranê daketiye, herweha nirxa neftê jî daketiye û nefta berhemhatî a xwe jî nikare ji ber tehrîma bîmeya keştiyan bi hêsanî li bazarên cîhanê de bifroşe. meger ewa ku bi awayek neyasayî, nefta xwe qaçax û herac bike, dibe pêşbîniya rojên sext û dijwar ji bo aboriya Îranê û jiyana xelkê bikin û dibe xelik hişyar û haydar bin ji wê çarenivîs û asoya reş ku rejîma Komara Îslamî ji wan re pilan kiriye.