Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destûpeywendî yên rejîma Îranê zextê li malbatê şehîdên PDKÎ dikin

21:10 - 28 Nîsan 2015

Kurdistan media: Rejîma Îranê ji aliyê dest û peywendiyên xwe ve malbatên şehîdên PDKÎ, dixe jêr zext û givaşan de.

Li gor malpera Kurdistan media, di rojên borî de rejîma Îranê bi şêweyên cur ba cur malbatên şehîdên PDKÎ dixe bin zextên ruhî û rewanî de.

Hemwelatiyekî agadar, malpera Kurdistan media re ragihand: Hindek ji destûpeywendî ên Sipaha Pasdaran a Îranê, diçin malbatên Şehîdên PDKÎ û bê rêziyan li wan dik in.

Wî welatiyê Kurd ragihand:Sipaha Pasdaran bi mebesta sivikatî kirin bi malbatên şehîdan wan bêrêziya encam didin.
Rejîma Îranê bi plana nû li gûndê Sîanav a ser bi bajarê Şino ê, wêneya şehîdekê PDKÎ xemilandine û li gel karta bankî ya bi nirxa 50 hezar tûmenî, pêşkêşî malbata wî şehîdî kirin, ew jî şehîdê xwe hesibandin e.

Ew plana nû a rejîma Îranê nîgeranî li ser xelkê vê deverê çêkiriye.