Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Detpêka sala 2014’an ve heya niha 56 rojnamevan hatine kuştin

18:53 - 3 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Hejmara rojnamevanên ku ev sal di encama erkên rojnamevaniyê de hatin kuştin, gehî bi 56 kesan.

Li gorî raporta saziya peyamnirên bê sînor, di deh salên borî de, hatiye hesibandin ku salane 80 rojnamevan, di encama erkên xwe de tên kuştin.

Gorî serhejmarên hatinî bilav kirin, sala 2012’an, pirr xwîntirîn sal bo rojnamevanan bûye, çimkî di wê salê de zêdeyî 120 peyamnêr di seranserê cîhanê de hatine kuştin. Herwisa peyamnêra”Feranse”jî di raportekî de, hejmara rojnamevanên hatinî kuştin di sala 2013’an de, 108 kes ragihandibû.

Di wan salên dawî de, Sûriye heya niha jî wek yekemîn welat, di warê kuştina rojnamevanan de tê binavkirin.

Li Sala 2013’an, piştî Sûriyê (bi kuştina 15 peyamnêran), birîz; Îraq 13, Pakistan 10, Fîlîpîn 10, Hînd10, Sumalî 7 û Mêsr jî bi kuştina 6 peyamnêran, rûberû bûne.

Di wê peywendiyê de Îran yeke ji mezintirîn welatan, di warê bipêkirina mafên rojnamevanan de, hatiye binav kirin.

Rejîma Îslamiya Îranê di nava 197 welatên cîhanê de, di pileya 191’an a cîhanî, di warê azadiya rojnamevaniyê de, tê hesibandin.

Gorî raporta “firîdom Havs”(mala azadiyê) ku sala 2013 hatibû bilav kirin: Îran di warê serbestbûna rojnamevaniyê de, yeke ji nelibartirîn welatan tê hejmartin.

Di wê peywendiyê de, Saziyên berevanîkirin ji azadiya ray û hizr li cîhanê, çendîn car rejîma Îslamiya Îranê, wek mezintirîn dujminê rojnamevaniyê binav kirin e.

Li gor serhejmariyên ku li ber dest in, a niha nêzî bi 64 rojnamevan û vêblaknivîsd di Îranê de li girtîgehan de ne û her hev bi 470 sal zîndan hatin mehkûmkirin û Îrana jêr desttilatdariya rejîma komara Îslamî bi 64 rojnamevanên girtî, mezintirîn girtîgeha rojnamevanan di cîhanê de ye.

Li gor serhejmariya ku ji aliyê ajansa nûçegihaniya Kurdpa ve hatiye bilavkirin, a niha li Îranê 13 rojnamevanên Kurd ku zêdetir ji 70 sal bi zîndana tezîrî û telîqî hetine mehkûmkirin û ew rojnamevanane di girtîgehên hikûmeta rejîma Îslamî a Îranê de ne.

Mihemed Sidîq Kebûdwend, Mesûd û Xusro Kurdpûr, Ednan Hesenpûr, Kemal Şerîfî, Qasim Ehmedî ew rojnamevanên Kurd in ku niha di girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê de ne.

Herwiha 10 jinên nûçegihan û vêbnivîs li zîndanên rejîama Îranê de ne û ew welate wek mezintirîn zîndana cîhanê bo jinên rojnamevan hatiye naskirin.