Ishaq cehangîrî bi bê amaje kirin bi navê netewan û curê kêşa wan, dibêje : Divê em pirskirêkên Ehlê Sunne çareser bikin.
Roja 2 yê Adarê ishaq Cehangîrî cêgirê serkomarê rejîmê, bi bê amaje kirin bi kêşe û pirskirêkên netewên bê maf û bi bê ewê ku navê netewên weke Kurd, Belûç, Ereb, Tirkimen bine ser ziman ku piraniya wan ji olê Sunî ne, ragihand divê em kêşe û pirskirêkên xelkê Sunnî mezheb çareser bikin.
Cehangîrî bi armanca cehd kirin bona evê ku bikare avekê li ser agirê nerizayetiya gelê Belûç dake, bi bê amaje kirin bi komkujiya xortên kasibkare Belûç ji aliyê Sipaha terorîst ve, tenê Belûç bi Sunî dane nasandin û basê hindê nekir ku netewa Belûç yan kurd yan ereb û Tirkimen kêşa netewayetî hene, basê hindê nekir ku çima rejîm roj nine ku sîngê lawên Kurd û Belûç û Ereb nede ber gullan.
Cehangîrî ku dilê hindê heye xwe bo posta serkomariya sala 1400an berbijêr bike, nihade dixwaze çewtekariyan bike ku goya hekî bû serkomarê rejîmê dê pirskirêka Suniyan ku meqseda wî netewên bê mafin, çareser bike.
Hesen Ruhanî jî dema xwe bo pirûpagenda hilbijartinê ragihan ku dê parek ji kabîna wî ji netewên weke Kurd û Belûç bin, ku piştî hingê tu carî xwe qisa xwe nekire xweyî.