Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya seretayî a 203’a Pêşmerge bidawî bû

17:13 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Rê û resma dewreya 203’a Pêşmerge li Fêrgeya Siyasî – Nîzamî a PDK Îranê birêve çû û dawî bi wê dewreyê hat.
Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 3’ê Tîrmeha 2012’an, dewreya 203’a Pêşmerge li Fêrgeya Siyasî – Nîzamî a PDK Îranê, bi beşdariya birêz “Nahîd Husênî” Endama Komîteya Navendî a PDK Îranê û hejmarek ji kadr û pêşmerge û malbatên wan birêve çû.
Birrgeya yekem a rê û resmê bi xweîndina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û rêjeya nîzamî û herweha şerrê sernîze û birrîna meydana “mewani” destpê kir.
Birrgeya duyem a rê û resmê di salona Fêrgeya Siyasî – Nîzamî de birêve çû û di destpêk de birêz “Selam Îsmaîlpûr” Endamê Şêvirmendê Komîteya Navendî yê PDK Îranê bi boneya bidawîbûmna serkevtiyane a dewreya 203’a Pêşmerge çend peyvek pêşkêş kirin ku têde rewşa rejîma Îranê li ser asta cîhan û deverê û bertengbûna bazneya givaşan li ser rejîma Komara Îslamî di asta cîhan û deverê de anîn ber bas.
Piştre rapora hînirinê a Fêrgeya Siyasî – Nîzamî a PDK Îranê ji aliyê birêz “Muxtar Bedrexş” mamostayê Fêrgehê ve hat pêşkêşkirin.
Piştre rapora dewreya 203’a Pêşmerge ji aliyê “Keywan Dirûyî” beşdaerê dewreyê ve hat pêşkêşkirin.
Di beşek din de helbestek li jêr navê “Kaniya Wire” bi wê boneyê ve ji aliyê birêz “Şerîf Felah” ve hat xwendin.
Di navbirrên rê û resmê de çendîn sitran bi zaraweyên cur bi cur ên Kurdî ji aliyê beşdarên dewreyê ve hatin pêşkêşkirin.