Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Qezayî ya rejîma Îranê gefan li xwedîtirombêlên barhilgiran dixwe

19:28 - 29 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Berpirsê Dezgeha Qezayî a rejîmê, girevgirtina xwedîtirombêlên barhilgir pirseke ewlehî daye zanîn.

 Piştî derbazbûna heft rojan li ser girevgirtina seranserî a xwedîtirombêlên barhilgir yên Îranê, ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî giranbûna hewcehî û sotemeniya tirombêlên xwe, “Sadiq Amulî Larîcanî” berpirsê Dezgeha bi nav a Dad ya rejîmê, di nîqaşkirinekê de bas ji vê kiriye ku: “Nabe em rê bidin da ku girevgirtina sindîkaya xwedîtirombêlên barhilgir bibe pirseke ewlehî”.

Vî berpirsê rejîmê îşare bi vê jî kiriye ku, hekî xwedîtirombêlên barhilgir girevgirtina xwe bidomînin, dijminên hikûmetê wê ji bo têkdana ewlehiya welat mifahê jê werbigrin, û her bi vê sedemê ye jî ku ajotvanan haydar dikin ku emê bi awayekî tund li hemberî wan de bisekinin.

 Herwisa di doma vê nîqaşkirina xwe de, bas ji vê jî kiriye ku, xwedîtirombêlên barhilgir ji aliyê dijminên himûmetê ve té navtêdan û dezgeha Qezaiyî jî pêdaçûnê di vê derheqê de dike, û dibe ku hêzên leşkerî haydarî van nerazîbûnên sindîkayan bibin.

 

Ev nîqaşkirina “Larîcanî” çavkaniya tirsa rejîmê ji çalakiyên medenî û îdareya xelkê li xwe digire, û weke hemû deman li ser esasa parastina hikûmetê bi her mercekî be, wê Maf, xwastek û nerazîûnên xelkên Îranê, weke pirseke ewlehiyê ji bo serkutkirina xelkê bas jê dikin.

 

 Eva di demekê de ye ku, roja Duşemî 6`ê Cozerdana 1397`an, “Elî Rebî`î” Wezîrê Kar yê rejîma Îranê, di civîna ku digel nûnerên sindîkaya xwedîtirombêlên barhilgir de pêk anîbû, ji wan daxwaz kiriye ku dawiyê bi vê girevgirtinê bînin û Wezareta Kar, pirsgirêk û arîşeyên wan lêpirsînê jê dike, û hewl dide daku wan çareser bike.

Xwedîtirombêlên barhilgir yên nerazî, ev roja heftê ye ku di bajarên cuda yên Îranê de girevgirtina xwe didomînin, û her rojê xwedîtirombêlên barhilgir yên bajareke din tevlî vê girevgirtinê dibin.