Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ bi helkefta salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî daxuyaniyek belav kir

19:12 - 30 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkefta 30'emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo sekreterê giştî ê wê demê ê PDKÎ û hevalên wî daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye;

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê! 

Xebatkarên riya rizgarî û azadiya gel û nîştiman! 

Heval, alîgir û endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê! 

Ti caran nayê jibîrkirin ku 30 salan beriya niha Komara Îslamî a Îranê bi pîlanên xwe ên gemar, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, rêberê bêmînak ê tevgera rewa a gelê me û sekreterê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser maseya danûstandinê a ji bo aşîtî û bihevrejiyanê, bi hevalê me Ebdulla Qadirî Azer re ku endamê Komîteya Navendî a PDKÎ bû, li bajarê Viyenê ê paytexta Otrîşê (Nemsayê) şehîd kirin û birîneke kûr û giran li cendekê tevgera mafxwazî a neteweya me li Kurdistana Rojhilat dan. 

Bi vê xedrê ku li hemberî baweriya Dr. Qasimlo hate kirin, deryayeke kerb û bêzariyê li hemberî kiryarên wê rejîmê ên qirêj li cîhan, Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî derketin holê. Ev 30 sal in ku çîroka vê xedr û îxanena mezin di sîngê neteweya me de ajar vedide. 

Xelkê Kurdistanê di bîranîna vê pîlanê de, kerb û bêzarbûna xwe ji desthilata Xumeynî û sîstema Komara Îslamî nîşann didin. Ew, wêneyên şehîdên Pûşperê hildidin û soza xwe bi rêbaza şehîdê rêber Dr. Ebdulrehman Qasimlo re nû dikin. 

Roja 22'ê Pûşpera îsal, di 30'emîn salvegera şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de ku ji aliyê dezgeha terorîzma dewletî a Komara Îslamî ve hate terorkirin, tê de xelkê Kurd û azadîxwazên Îranê wê hevdem ligel hevalên tevgera me li hemû cîhanê jiyan û xebata Dr. Qasimlo bilind binirxînin û kerb û bêzarbûna xwe ji teror û maşîna terorê a Komara Îslamî bînin ziman. 

Xelkê xebatkar ê Kurdistana Rojhilat! 

Heval, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê! 

Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bejna xwe li hemberî emengnasiya we a hertimî ditewîne û ji we dixwaze careke din pêşwaziya 22'ê Pûşperê bikin û kerb û acizbûna xwe ji siyasetên terorê ên Komara Îslamî a Îranê û siyasetên tepisandin û rijandina xwînê li Kurdistanê bînin ziman. Bi şêwazên guncaw, bîranîna wan şehîdên me bilind binirxînin. Nav û rêbaza şehîd Dr. Qasimlo bikin slogan û serdêra helbest, sirûd û çalakiyên hunerî û wêjeyî ên xwe. Kolan û bazarên gund û bajaran bi bîranîna şehîd Dr. Qasimlo bixemlînin. Hûn dikarin bi nivîsandina sloganan, belavkirina tirakt û bi daleqandina wêne û postêran weke çiqên darê li çavên dujminan bixin. 

Lixwekirina kincên Kurdî, hêmayên rengê şîn ê ezmanî weke baweriya Dr. Qasimlo bi aşîtî û avedaniyê, gulên sor weke sembola şehîdan li cihên giştî û seyrangeh û bajar û gundan, wê bikarin di vê çalakiyê de alîkar bin. 

Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştrast e ku vîna mîna hesin a xelkê Kurdistana Rojhilat wê pozê zordariya dezgehên tepisandinê ê rêjîma terorîst li ser axa Kurdistanê bişkîne. Xelk wê mezinahiya Qasimloyê şehîd û rêbaza wî bike tîrêja Rasan'ê û ewê bi vî rengî li hemberî rejîma terorîst a Komara Îslamî derkevin. 

Serkeve tevgera rizgarîxwaziyê a xelkê Kurdistanê 

Biherife Komara Îslamî a Îranê 

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê 

Dezgeha Rêkxistina Giştî